Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?

img
MERSÎN - Karkerêkî ku li şantiyeya Santrala Nukleerê ya Akkûyû dixebite, diyar kir ku li şantiyeyê ewlehî tune û di nav 2 hefteyan de 3 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Santrala Nukleerê ya Akkûyû, bi teqandina trafo, di bin avê de mayîn û çalakiyên karkeran di rojevê de ye. Vê carê jî santral bi cînayet û qezayê kar di rojevê de ye. Hat angaştkirin ku li Santrala ji aliyê şîrketeke dewletê ya Rûsyayê ve li navçeya Gulnar a Mersînê tê çêkirin, cînayetên kar zêde bûne. Karkerekî ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku di nav 2 hefteyan de li şantiyeya santralê yek jê welatiyê rûs bi giştî 3 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Karker, got ku li şantiyeyê ewlehiya kar tune ye û ji bo ku agahî dernekevin derve zext li wan tên kirin. 
 
Karker, da zanîn ku di 10'ê mijdarê de karkerê bi navê Emrah Balli li şantiyeyê jiyana xwe dest daye û cenazeyê wî li navçeya Artemêtan a Wanê hatiye definkirin. Karker, destnîşan kir ku rojek piştî Balli di 11'ê mijdarê de jî karkerekî ku navê wî hîn nekiriye jiyana xwe ji dest daye. Karker, got ku beriya van her du karkeran di 1'ê mijdarê de jî karkerekî rûs li şantiyeyê jiyana xwe ji dest daye.