Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e

img
ENQERE - Di butçeya Midûriyeta Giştî ya Rêyan de ya girêdayî Wezareta Gihandin û Binesaziyê de ji bo bernameya Hevkariya Cemawerî-Taybetiyê 20 milyar û 99 milyon û 556 hezar lîreyê tirk budçe hat veqetandin.
 
Di Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclisê de wê budçeyên Wezareta Gihandin û Binesaziyê, saziyên girêdayî wê, Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê, Saziya Teknolojiyên Agahiyê û Ragihandinê û Midêyûriyeta Giştî ya Hewayî ya Sîvîl werin nirxandin. Ji bo Wezaretê di sala 2021’an de 49 milyar 133 milyon 659 hezar lîreyê tirk budçe hatiye veqetandin, ji sedî 27 hat zêdekirin û derxistin 62 milyar 531 milyon 437 hezar lîreyê tirk.  TL’ye çıkarıldı. Para herî mezin a vê budçeyê bi dorê 27 milyar 712 milyon 245 hezar lîre û transferên carî, 17 milyar 837 milyon 981 hezar lîre û lêçûyînên sermayê û 16 milyar 500 milyon lîre û transferên sermayê pêk anîn. 
 
Budçe di çarçoveya bernameyên jêr de wiha hatin parvekirin: Agahî û Ragihandin 439 milyon û 361 hezar TL, Veguhastina rêya hesinî 17 milyar û 173 milyon û 645 hezar TL, Veguhestina behrê 878 milyon û 475 hezar TL, Veguhestina rê 548 milyon û 426 hezar TL, Veguhestina Kombekûnîn 583 hezar TL, Tarım 583 hezar TL. 70 milyon û 977 hezar TL, Pêşxistina Turîzmê 46 milyon û 161 hezar TL, Feza û Hewayî 558 milyon û 47 hezar TL, Bernameya Rêveberî û Piştevaniyê 229 milyon û 2 hezar TL, lêçûnên derveyî bernameyê 42 milyar û 9 milyon û 760 lîreyê tirk. 
 
JI BUDÇEYA 7 WEZARETAN ZÊDETIR BUDÇE HAT VEQETANDIN 
 
Bûdçeya 34 milyar û 559 milyon û 230 hezar lîreyê tirk a ku di sala 2021an da ji Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahiyê re hat veqetandin ji sedî 10 hat zêdekirin û derket 45 milyar û 99 milyon û 556 hezar lîreyê tirk.
 
Para herî mezin a vê budçeyê 20 milyar 438 milyon 675 hezar lîreyê tirk û transfere carî û bi 16 milyar 500 milyon lîreyê tirk jî lêçûyînên sermayê pêk anîn. Di çarçoveya Hevkariya Cemaweriyê-Taybet (KOÎ) de 20 milyar 99 milyon 556 hezar lîreyê tirk budçe, ji bo projeyên mîsogerkirî hat veqetandin. Ev budçe ji budçeya 7 wezaretan (Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê 14,8 milyar, Wezareta Karên Navxweyî 14,7 milyar, Wezareta Bazirganiyê 8,4 milyar, Wezareta Karên Derve 7,4 milyar, Wezareta Enerjiyê 7,1 milyar, Wezareta Çandê û Turîzmê 7,1 milyar, Wezareta Bajarvaniyê 4,8 milyar bihûrî. Yanî budçeya Hevkariya Cemaweriyê-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir hat veqetandin. 
 
MA / Bêrîvan Altan