KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin

img
EDENE/MÊRSÎN - Endamên KESK’ê yên Edeneyê û Mêrsînê xwestin ku Komîsyona Lêkolînên Kirariyên OHAL’ê bê rakirin û KHK’yî li karê xwe bên vegerandin. 
 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), têkildarî Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) û kedkarên ji kar hatin avêtin, li Edeneyê û Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
EDENE
 
Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê li Parka Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de pankarta “Zilma we gihiştiye erşî, hûn ê winda bikin” hat vekirin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê Ahmet Aydogan diyar kir ku Rewşa Awarte (OHAL) ya piştî hewldana darbeye hatibû îlankirin, bi KHK’yan 125 hezar 678 peywîrdarên cemaweriyê ji kar hatibûn derxistin. 
 
‘KOMÎSYONA OHAL’Ê SÛC DIKE’  
 
Aydogan, da zanîn ku Komîsyona Lêkolînên Kirariyên OHAL’ê bi biryarên ku dide weke notera desthilatê tevdigere û wiha got: “Ev pênc sal e hema bêje em her roj dibêjin, em careke din dibêjin Komîsyona OHAL’ê ku bi fermanên desthilatê tevdigere û girêdayî wê ye sûc dike. Her roja ku li ser peywîrê dimîne sûcê wê mezintir dibe. Dadgehên ku heta niha ji bo dosyayên ku komîsyonê red kirî, serî li wan hatine dayîn, derbarê 312 dosyayên KESK’iyan biryar dane û ji van dosyayan tenê ji bo 10’an biryara vegerandina li karê xwe hatiye dayîn. Bi van biryaran dadgeh jî dibin hevkarê bêhiqûqiyê.”
 
Aydogan, destnîşan kir ku desthilat xetimandina pêvajoya hiqûqî û mijûlkirinê didomîne û xwest hemû kedkarên cemaweriyê yên bêhiqûqî ji kar hatin avêtin, li karê xwe bên vegerandin.
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Şaxan a KESK’a Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocûkê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Endamên KESK’ê yên bi awayekî bê hiqûqî ji kar hatin derxistin, bila li karê xwe bên vegerandin” hat vekirin û dirûşmeyên “Wê KHK biçin em ê qezenç bikin” û “Wê AKP hesabê bide gel” hatin berzkirin. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Egîtîm Sen’ê yê Mêrsînê Mahmût Sumbul axivî û bal kişand ser bêhiqûqiya Komîsyona OHAL’ê.