'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'

img

MÊRDÎN - Ji ber nediyariya fiyetê garis, cotkaran paleyiya garis dan sekinandin. Serokê Komeleya Cotkaran Mikaîl Erbeyî, anî ziman ku bi zêdebûna kûrên dowîzan maliyet zêde bûne û çarenivîsa cotkaran ketiye destê çend 4-5 fabrîkeyan. 

Li Deşta Mezopotamyayê paleyiya garis dest pê kir, lê belê Ofîsa Mehsûlên Çandiniyê (TMO) hê jî fiyetên garis eşkere nekiriye. Ji xeynî vê ji ber zêdebûna kûrên dowîzan û bi vê zêdebûnê re zêdebûna maliyatan cotkaran hîn zêdetir diqilqilîne. Ji ber vê nediyariyê gelek cotkaran paleyiya garis dan sekinandin. 
 
Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mikaîl Erbeyî, bal kişand ser zor û zehmtiyên ku cotkar bi wan re rû bi rû dimînin. Erbeyî, diyar kir ku li herêmê piştî paleyiya garis dest pê kir fiyet ji nişkê ve kêm bûne û hê jî fêm nakin bê çima TMO fiyetan eşkere nake. Erbeyî got: "Gelo ev ji ber polîtîkayeke dewletê ye? An li hesabê wan nayê. Em jî nizanin." Erbeyî, destnîşan kir ku hem TMO fiyetan eşkere nake hem jî hikûmet pêşî li ber îthalatê vekiriye û got: "Ev yek derbeyek mezin e. Gava pêdiviya welêt pê hebe bistînin, lê vê di dema paleyiyê de nekin. Bila berên cotkaran li nav erd nemînin. Cotkaran bi dest selefxuran berbedin."
 
ÇARENIVÎSA COTKARAN
 
Erbeyî, destnîşan kir ku çarenivîsa wan cotkaran di dest 4-5 fabrîkayan de ye û got: "MIsirê duyem ê bi milyonan donim erdî di destê wan de ye. Çima dewlet mudaxile nake? Dowîz zêde dibin, gubre û mazot biha dibin, maliyet zêde bibin û salê 50 carî ceryan biha dibe, lê radibin cotkaran bi dest van fabrîkeyan berididn? Doza çi dikin? Her tim jî sûc dixin stuyê cotkaran." 
 
'COTKARAN BÊZAR NEKIN'
 
Erbeyî, destnîşan kir ku mazot, derman, gubre û tov li gor dowîzan e, lê garisê ku ew diçînin ne li gor dowîzan e. Erbeyî anî ziman ku niha 5 kîlo garis bifiroşin dikarin pê tonek dap (gubre) bistînin û 4 kîlo garis bifiroşin pê lîtreyek mazot dikirin. Erbeyî got: "Cotkaran mexdûr nekin, bila cotkar karibin çandiniyê bikin. Em dibêjin cotkaran bêzar nekin." 
 
BANGAWAZÎ
 
Erbeyî, bilêv kir ku dolar zêde dibe û pê re maliyet jî zêde dibin û got: "Çima fiyetekî kêm didin garisê cotkaran, çima bêîstikrariyek heye?" 
 
Erbeyî, diyar kir ku gava ber di nava erd de bê hiştin ev ji bo cotkaran dibe firsendek, lê belê gava paleyî dest pê bike ev firsend dikeve destê fabrîkeyan. Erbeyî, lewma bang li cotkaran kir ku ji bo rewaya garis li nav erd ziwa bibe, xwest cotkar paleyiyê bidin sekinandin.