Fiyetê arvan biha dibe: Wê gelek esnaf dikanên xwe bigirin

img
WAN - Li Wanê nanpêjan diyar kir ku kîsê arvan ji sedî sed biha bûye û gotin: "Vê zivistanê dê gelek esnaf dikanên xwe bigirin." 
 
Ji ber krîza aborî û zêdebûna kûra dowîzan welatî nikarin tiştekî bistînin. Ji ber ber vê li bazar û kuçeyan dengê "em nikarin debara xwe bikin" bilind dibe. 
 
Bihabûna kîsê arvan ku ji sedî sed biha bûye, hem bandorê li nanpêjan dike hem jî welatiyan. Li Wanê fiyetê nan di nava du heman de biha bû. Heqê nan ji 1.5 TL'yî bû 1ç80 TL û niha jî tê payin ku bibe 2.50 TL. Nanpêjan jî du meh berê kîsê arvan ê 50 kîloyî bi 160 TL'yî dikirîn, lê niha heman kîs bûye 320 TL. 
 
DÊ ESNAF DIKANÊN XWE BIGIRIN
 
Mûrat Kilinç ku 20 salin nanpêjiyê dike diyar kir ku tu wextî wek niha zehmetî nekişandiye û bal kişand ser rewşa esnafan. Kilinç, bilêv kir ku berê heqê arvan û rûn 3 mehan carekê hebikekî biha dibû, lê belê niha serê saetê biha dibe. Kilinç, destnîşan kir ku ji ber bihabûnê êdî nikarin maliyeta nan jî bi dest bixin û got: "Esnaf tenê hewl dide mesrefên xwe bi dest bixe. Niha nanekî 210 xiram dê ji 1.80 TL'yî bibe 2.50 TL. Ev zem çmbibe jî dê me xelas neke. Ji lew re em bi pereyê ku qezenc dikin em nikarin nanekî çêbikin. Kes êdî malzemeyan nafiroşe me. Şert û mercên jiyanê hingî wisa giran bûne, mirov êdî nikarin nan jî bistînin. Vê zivistanê dê gelek esnaf dikanên xwe bigirin." 
 
KÎSÊ ARVAN 320 TL
 
Nanpêj Alî Camûka, anî ziman ku 4 sal in nanê tenûrê çêdike û cara ewil e wisa zehmetiyê dikişîne. Camûka, destnîşan kir ku kîsê arvan bûye 320 TL û êdî nizanin dê çi bikin. Camûka got: "Tomerîfiroş êdî arvan nafiroşin me. Em rojê hezar û 200 nanî çêdikin. Dev ji qezencê berde, heqê keda me û maliyetê jî bi dest me nakeve." 
 
GEL HINDIK MAYE SERÎ RAKE
 
Welatî Yakûp Taşkiran jî bilêv kir ku salê 25 kîs arvan dikire û lê niha ji ber bihabûna fiyetan pir zehmetiyê dikişînin. Taşkiran, destnîşan kir ku mirov êdî ji ber birçîbûnê li ber xwe didin. Arafat Almali jî bilêv kir ku ji ber vê bihabûnê mirov êdî hatine asta ku serî rakin. 
 
CIH DI DEFTERA DEYNAN DE NEMAYE
 
Fîkret Pazar ku arvan difiroşe, anî ziman ku 25 sal in esnaftiyê dike, lê belê tu carî krîzek wek a niha nedîtiye. Pazar, diyar kir ku ji ber zemên tên kirin di 2 mehan de tenê 560 kîs arvan firotiye û got: "Mirov êdî nikarin arvan bikirin. Dixwazin bi karta krediyê bistînin. LÊ em nikarin bi krediyê bifiroşin. Niha di defterê de cih nemaye, 100 hezar TL'yê min li mirovan e, lê yê fabrîkeyê jî 200 hezar li min e. Ez arvan difiroşim, lê ez nikarim şûna wî pereyê pê dikirim tije bikim. Ger wisa bidome, dê nan jî bi dest mirovan nekeve. Tekan rêya xelasiyê hilbijartina pêşwext e." 
 
MA / Dîndar Karataş