Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pîştî ku lûtkeya xwe ya dîrokî dît Bankaya Navendî di hêla firotinê de mudaxileyî dolar kir. 
 
Piştî daxistina faîzê ya Bankaya Navendî (MB), dolar ji 17 TL'yan derbas kir û lûtkeya xwe ya dîrokî dît. Li ser vê MB cara 5'emîn di hêla firotina piyasê de mudaxileyî dolar kir. 
 
MB, cara yekemîn di 1'ê kanûnê de bi 650 dolarî, cara duyemîn di 3'ê kanûnê de bi 400 milyon dolarî, cara sêyemîn di 10'ê kanûnê de bi 500 milyon dolarî, cara çaremîn jî bi 2,5 milyar dolarî mudaxileyî dolar kir. Bi mudaxileya dawîn asta mudaxileya MB'ê ya dolar derket 4 milyar dolarî. 
 
JI MB'Ê DAXUYANΠ
 
Piştî mudaxileya xwe MB'ê daxuyanî da û ev tişt got: "Ji ber çêbûna fiyeta netendurist a di kurên dovîzê de di hêla firotinê de rast e rast mudaxileyî piyasê tê kirin." 
 
Piştî mudaxileya MB'ê dolar daket 16,60 TL'yan û euro jî daket 18,81 TL'yan.