Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin

img
ÎZMÎR - Bi hezaran li Qada Gundogdûya Îzmîrê bertek nîşanî polîtîkayên AKP’ê bi rê ve dibe dan û gotin “Diçin û û wê biçin.” 
 
Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li Qada Gundogdûyê ya Îzmîrê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin û ji bo jiyanek însanî em li qada ne” li dar xist. Bi hezaran kedkar beşdarî mitîngê bûn. Nûnerên rêxistinên sivîl ên li Îzmîrê jî piştevaniya mitîngê kirin. Bi hezaran kedkarên li Qada Cumhuriyetê kom bûn heta Qada Gundogdûyê meşiyan. 
 
BI HEZARAN KES NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN 
 
Bi hezaran kes dirûşmên wek “Wê AKP hesab bide gel” û “Zam, zilm, îşkence vaye AKP” berz kirin. Kedkaran li ber stranên Bandîsta govend gerandin û dengê nerazîbûna kedkaran a li dijî polîtîkayên yên siyasî, aborî û civakî ji qadê bilind bûn. 
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk derket ser dikê û xîtabî kedkaran kir. Bozgeyîk got kelecana kedkaran hêvî daye wan. Bozgeyîk destnîşan kir ku li welat mafên yasayî tune tên hesibandin û bal kişand ser îxrackirina kedkaran ên bi KHK’yan pêk tên. 
 
GIRTÎGEH BÛNE CIHÊ ZEXTAN 
 
Bozgeyîn destnîşan kir ku her roj ji girtîgehan cenazeyên girtiyên nexweş derdikevin û got: “Girtîgeh bûne cihê zext, tundî, tacîz û destdirêjiyê. Ji ber ku rayedar li hemberî rewşa Garîbe Gezer xemsar man, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Çawa ku li girtîgehê îşkence lê kirin bi heman awayî îşkence li cenazeyê wê jî kirin. Mafê şînê, veşartina cenaze û bîranîna mirî tên binpêkirin.”
 
XIZANÎ
 
Bozgeyîk got ku pesnê xwe didan ku beriya wan dor nebûn lê niha bi milyonan kes hene ku pere di bêrîka wan de nîne ku biçin sûkê, ji bo zarokên xwe xwarin an şîr bikirin û wiha berdewam kir: “Kesên ku diçin bazaran vala vedigerin. Artêşa bêkaran mezin dibe. Kes nikare bigihe leza enflasyonê, bahoza zam û dowizan. Em her roj xizan dibin lê kesên xwedî sermaye bi dewlemendên cîhanê re ketine pêşbirkê.”
 
BUDÇE
 
Bozgeyî, dazanîn ku weke budçeyên din di budçeya sala 2022’yan de jî jin tune ne û wiha axivî: “Em dixwazin astengiyên li pêş îstîhdama jinan bên rakirin. Bi peymanên ligel konfederasyona alîgirê wan daxwazên me paşguh hatin kirin û mafên me hatin xespkirin. Hêza me ya kirînê her roja ku diçe dihele. Ji bo em debara xwe bikin dixwazin ku peymanên firotinê bên bidawîkirin û peymaneke rast a komî ya demokratîk û bigrev were îmzekirin.”
 
MÛÇEYÊ ASGARÎ
 
Bozgeyîk, bi lêv kir ku nêzî nîvê karkerên dixebitin li ser mûçeyê asgarî dixebitin û wiha pê de çû: “Di Çileya 2021’an de bi 2825 lîre mûçeyê asgarî 384 dola dihat kirîn lê niha bi 4 hezar 250 lîra tenê 275 dolar tê kirîn.” 
 
SERMAYE
 
Bozgeyîk, xwest ku polîtîkayên arizîkirinê bên bi dawî kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Diçin û wê biçin. Panîk, gef û tirsa wan ji ber vê ye. Çi bikin bila bikin êdî kêr gihişt hestî. Em dizanin ku ev pergal xwe bi xwe naçe. Em tekane hêz in ku cihana kedê, aştiyê, azadiyê, wekheviyê, biratiyê nêzî hev bikin û welatekî laîk, demokratîk ava bikin.”