‘Êdî em nikarin sewalan xwedî bikin'

img

WAN - Bi bihabûna fiyetan re kîsê êm yê 50 kîloyî bû 250 TL, tona kayê bû hezar û 500 TL. Waniyên sewalvaniyê dikin anîn ziman ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetan êdî nikarin sewalvaniyê bikin. 

Li Wanê sewalvan zor û zehmtiyê dikişînin. Sewalvanan bal kişand ser bihabûna fiyetan û destnîşan kirin ku ji ber vê bihabûnê û krîzê dê bi hezaran kes dev ji sewalvaniyê berdin. 
 
 
ÊDÎ NIKARIN SEWALVANIYÊ BIKIN
 
Bûrhan Yaşar, 10 sal in sewalvaniyê dike. Yaşar, diyar kir ku ji bêgavî dewarên xwe firotine û got: "Berê 100 dewarên min hebûn. Lê niha tenê 10 heb mane. Ji bo bê çêlekên di dest xwe de bifiroşim mehek e diçim Elbakê bazara heywanan û têm. Her cara diçim û têm hezar TL heqê neqliyeyê didim. Êdî nikarim sewalvaniyê bikim. Par 50 kîlo ên bi 100 TL'yî bû, lê niha bûye 250 TL. Tona kaya spî bi 500-600 TL'yî bû, lê niha bûye hezar û 500 TL. Lê bereksê vê fiyetê heywnan jî tim erzan dibe. Çêleka ku min par bi 6 hezar TL'yan difirot, niha bûye 3 hezar û 500 TL. Ger wisa bidome ez ê bi temamî dev ji vî karî berdim." 
 
‘EV ÎKTIDAR NIKARE MESELEYÊ ÇARESER BIKE'
 
Yaşar, anî ziman ku sedema krîzê polîtîkayên şaş ên îktidarê ne û bawer nake ku ev îqtidar karibe vê meseleyê çareser bike. 
 
NIKARIN HEYWANÊN XWE XWEDÎ BIKIN
 
Sewalvan Eyup Çinar jî da zanîn ku mesrefa rojane ya dewarekê 70 TL ye û got: "Çend sal berê rewş pir baş bû. Par min kîsê êm bi 70-80 TL'yî dikirî, lê niha bûye 200-300 lîre. Min kaya kesk bi 500 TL'yî dikirî, lê niha tona wê bûye 3 hezar TL. Êdî xwedîkirina heywanan zirar e. Ji lew re pere têr nake." 
 
HEYWANÊN XWE FIROTIN
 
Ferhat Aslan ku 20 sal in sewalvaniyê dike, ji ber bihabûna fiyetan dewarên xwe firotine. Aslan, got: "Niha ne heywan tên kirîn ne jî tên firotin. Pere bi mirovan re nemaye. Berê min rojê 50-60 heywan difirotin, lê niha hefteyeke 100 mihên min nayên firotin. Em 4 kes in. Ger dev ji vî karî berdim em ê birçî bimînin." 
 
DIXISIRIN
 
Sewalvan Mehmet Emîn Er jî bilêv kir ku par 400 mih xwedî kirine, lê îsal 10 mihan xwedî dike û got: "Êdî nikarim êm û kayê bikirim. Îsal me çi kirî em xisirîn. Lîtreya mazotê 7 lîre bû, lê niha bûye 15 lîre. Em 8 kes in, ez debara me bi sewalvaniyê dikim. Fatûreya ceryanê ya malê meha borî hezar û 52 TL hat. Em tenê ampûlan, televîzyonê, sarincê û cilşoyê dişixulînin. Ez nikarim dev ji vî karî berdim, ez dev jê berdim ez ê bi temamî birçî bimînim." 
 
HER TIŞT JI BO ŞER TÊ XERCKIRIN
 
Er, destnîşan kir ku sedema vê krîzê polîtîkayên şaş ên îqtidarê ne û got: "40 sal in li vî welatî şer heye Dewlet xw enade ber aştiyê. Dewlet hemû çavkaniyan ji bo şer xerc dike. Êdî em şer naxwazin." 
 
Ahmet Mete jî bilêv kir ku ji ber gendeliyên îktidarê aboriya welêt xera bûye û got: "Çavkaniyên welêt hemû ji bo şer xerc dikin. Ger tezkere çênekirina û şer nekirina, dê halê aboriyê ne ev hal bûna. Her wiha ji xeynî vê pereyê gel dixin berîka alîgirên xwe û sermayedaran. Tevahiya cîhanê pereyên di qabên pêlavan de dîtin. Heya wisa be dê halê aboriyê ev be." 
 
MA / Hakan Yalçin