Karkerên Karinca Lojîstîk’ê dev ji kar berdan

img
STENBOL - Karkerên ku li Karinca Lojîstikê dixebitiyan, bi sedema ku zemeke bikarin debara xwe pê bikin li mûçeyê wan nayê kirin, dev ji karê xwe berdan. 
 
Karkerên Karinca Lojîstikê ku li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê ye, dev ji kar berdan. Karkerên ku xwe li Sendîqaya Lîman-Îş’ê birêxistin kirine, zemên kêm qebûl nekirin. Karkeran da zanîn ku ev demekî dirêje karmendê wan ji ber têkoşîna sendîqayî gefan li wan dixwe û wan jî dev ji kar berdane. Karkerên ku li pêşiya kargeha xwe kom bûyîn, dirûşma “Em karker in, mafdar in û dê bi ser kevin” berz kirin. Daxwaza karkeran ew e ku zemeke bikarin debara xwe pê bikin li heqdestê wan bê kirin.