Ji ber krîzê êdî nikare heywanên xwe xwedî bike

img
DERSIM - Huseyîn Keskîn ku li Dersimê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên êm êdî nikare heywanên xwe xwedî bike. 
 
Li gundê Sorek ê navçeya Mazgêrt a Dersimê Huseyîn Keskîn (52), hevjîna wî Gunduz Keskîn û kurê wî Baran Keskîn, 5 sal berê li derî gund ji xwe re kon vegirtine û dest bi sewalvaniyê kirine. Malbata Keskîn niha 150 mih û 70 bizinan xwedî dike. Lê belê ji ber krîza aborî zehmetiyê dikişînin. Malbata Keskîn, destnîşan kir ku fiyetê êm hingî biha bûye êdî nikare heywanên xwe xwedî bike. 
 
HIŞKESALÎ
 
Huseyîn Keskîn, bilêv kir ku ji ber bihabûna fiyetên êm 2 sal in rewşa sewalvaniyê nebaş e û got: "Fiyetê kîsê êm ê 50 kîlo bûye 250 TL. Êdî em nikarin bikirin." 
 
Keskîn, diyar kir ku bandor ji hişkesaliya par jî girtine û got: "Ji ber hişkesaliyê berdariya zeviyan kêm bû. Ji ber vê em diçin êm, ceh û kayê dikirin. Tona nefelê bûye 2 hezar û 500 TL, ya ceh bûye 4 hezar û 500 TL û ya kayê jî bûye hezar TL. Ez her sal 20 ton ceh û 7 ton ka dikirim. Lê ji ber bihabûnê em nikarin pir bikirin û heywanên xwe xwedî bikin." 
 
HILBERÎNER NEMAN
 
Keskîn, destnîşan kir ku ji bo erdê îcare dikin û xwedîkirina heywanan her sal bi hezaran TL xerc dikin, lê dîsa jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. Keskîn got: "Nêzî 250 pezên min hene. Ji xeynî êm, mesrefê aşîkirina wan jî heye. Ez her sal wan aşî dikim. Derman jî pir biha bûne. Em ê çawa bistînin? Em heyr mane. Kes li ber vê rewşê ranabe. Êm biha bûye. Ger wiha bidome em ê heywanên xwe bifiroşin." 
 
MA / Cengîz Ozbasar