Rewşa dawî ya bazarê: Welatî nikarin bikirin, esnaf nikare bifiroşe

img

ENQERE - Welatiyan got ji bo berên erzan bibînin "wekî zabiteyan digerin" li nav bazarê û esnafan jî destnîşan kir ku ji ber ku welatî nikarin tiştekî bikirin karê wan nabe. 

Krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Welatî êdî nikarin lazmatiyên xwe yên sereke jî bikirin. Li Enqereyê welatiyên diçin Bazara Cebeciyê anîn ziman ku ji bo berên herî erzan bi dest bixin li tevahiya bazarê digerin.
 
 
‘EZ WEKÎ ZABITEYAN DIGERIM'
 
Welatiyê bi navê Umran Saban, bilêv kir ku gava tiştekî distîne du caran difikire û bihabûna fiyetê zebze û fêkiyan bandorek mezin li wan kiriye. Saban, diyar kir ku li gor budçeya xw ehereket dikin û got: "Ez wek zabiteyan digerim li nava bazarê. Ji bo berên herî erzan bi dest bixim. NIha xiyarê herî erzan bi 12 lîreyan e. Êdî em nikarin xiyaran jî bikirin. Sedema vê krîzê ên li ser serê me ne. Ez li xwe nafikirim, hin kes hene nikarin ji bo zarokên xwe tiştekî jî bikirin." 
 
Saban, destnîşan kir ku dê krîz bandorê li hilbijartinê bike û got: "Bila demildest vê krîzê çareser bikin, yan na dê biçin." 
 
‘KRÎZ'
 
Adnan Bûlût jî kîsikên di dest xwe de nîşan dan û bertek nîşanî bihabûnê da û got: "Ez kesekî teqawidbûyî me. Meaşê min ji sedî 30 zêde kirin, lê hela li rewşa piyaseyê mêze bike. Gotin tampon tampon, lê helbet ê ev tampon biteqiyana." 
 
Bûlût, destnîşan kir ku tişta ku par bi 2 lîreyan dikirî niha bûye 8 lîre.
 
‘EM JI YEKÎ JI WAN JÎ BAWER NAKIN'
 
Mehmet Ozturk jî destnîşan kir ku tekane sedema vê krîzê şaşiya rêvebiriyê ye û got: "Êdî ez ji bo fiyetên bazarê tiştekî nabêjim. Ger fiyetê mazot û gubre biha be, ma ê cotkar çi bike." Ozturk, bazarvanan îşaret kir û got: "Lê biner di vê seqemê de dixebitin, ji bo nan bibin mala xwe. Li vî welatî her tişt bûye xeyrî meşrû. Ên gendeliyê dikin bi ser dikevin. Ên bi xwêdana eniya xwe dixebitin qezenc nakin. Pergala vî welatî divê ji serî heta bimînî bixebite. Ji yek ji wan jî bawer nakim." 
 
‘HER TIŞTÊ WELÊT HAT FIROTIN'
 
Cevdet Karakoç, anî ziman ku ji ber ku pereyê gel tune ye, karê wan jî nabe û got: "Hemû tişt bûye derew. Kîloyek kuvark bûye 35 TL. Îsot bûye 30, kartol bûye 7 lîre. Ê gel çi bikire. Tayyip efendî pir firotine, tekel firotiye, li welêt tiştekî nefirotibe nemaye. Bi navê welat tiştek nemaye. Sêv bûye 10 lîre. Ê ev mirov çi bikirin? Meaşê kêm 4 hezar û 250 lîre ye, lê fatûreya ceryanê 700 lîre tê. Ê ev gel çawa debara xwe bike? Ma pereyê gel maye? er tişt di destê 4-5 kesan de ye. Tekane berpirsê vê krîzê ên li ser vî welatî ne. Çareya vê krîzê jî hilbijartina pêşwext e. Gel ew anîn, dê gel wan bişîne." 
 
‘EZ MECBÛR MAM XANIYÊ XW EBIFIROŞIM'
 
Esnafê bazarê Suleyman Aksan jî got: "Karê me ji sedî 3 kêm bûye. Gel nikare tiştekî bikire. Ji ber vê navbera gel û firoşkaran xera bûye. MIn ji be rkrîza aborî xaniyê xw efirot. MIn pereyê xaniyê xw ejî xerc kir. Êdî ev jî têr nake. Rewşa her kesî xirab e."