Cotkarên Çinarê: Çareserî Modernîteya Demokratîk e

img

AMED - Cotkarên Çinarê, diyar kirin ku ji ber qrîza aboriyê nikarin çandiniyê bikin û ev tişt gotin: "Sedema qeyrana çandiniyê pergal e û çareserî jî avakirina Modernîteya Demokratîk e."

 
Li Tirkiyeyê qrîzeke mezin aborî heye. Ev qrîzê tesîreke mezin li çandiniyê dike. Li gelek deveran ji ber qrîzê çandinî hatiye ber asta tunebûne. Ev rewş li gundê Xanîka Jêr a Navçeya Çinarê ya Amedê jî heye. Ji ber bihabûn û mesrefa zêde ya ji bo çandiniyê pêwîst dike, li gund cotkaran li beşeke erdên xwe çandinî nekirine. Gundî dibêjin ku heke ev rewş wiha bidome dibe ku di salên pêş de qet çandiniyê nekin û ji gundên xwe koçber bibin.
 
Gundî ji ber hişkesaliya par û bendava Goksû ku çemên li herêmê ziwa kiriye jî bi gazind in. 
 
Di vêçerçoveyê de em li gund bi cotkaran re hatin gelhev û derdê wan guhdar kir. 
 
 
‘JI BER BIHABÛNÊ EM NIKARIN ÇANDINIYÊ BIKIN'
 
Gundiyê bi navê Ramazan Çîftçî ku debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikê, diyar kir ku ji ber bihabûnê karê çandiniyê nikarin debara xwe bikin û wiha axivî: “Lîtreya mazotê sala borî 6 lîre bû niha çûye 22 lîreyan, tona gûbreya baş sala borî 3 hezar 500 lîre bû, niha çûye 16 hezar lîreyan. Êdî kes nikare wan bikire û çandiniyê bike. Dema ku bi van zor û zehmetiyan çandinî tê kirin jî mesrefên xwe dernaxe. Heke wiha be dê her kes biçe mala xwe û vî karî neke. Jixwe gel perîşan bûye eger wiha bidome dê kes nikaribe li gund jî bisekine û dê biçe li bajaran perîşantir bibe.”
 
KARGEH Û BENDAVÊ ÇEM ZIWA KIRIYE
 
Di axaftina xwe de Çîftçî, bal kişand ser bandora neyînî ya kargeh û bendava Goksû ya li herêmê jî û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku Şîrketa Etî Bakirê Kana Medenê li Şemrexê vekir ziwabûna çeman dest pê kir. Ava Çemê Reşan ziwa bûye. Berê rezên gund hebûn dehlê wan hebûn darên wan ên fêkiyan hebûn, bostanên wan hebûn pê debara xwe dikirin. Ji ber ziwabûna Çemê Rezan êdî ew jî nayên kirin. Bendava Goksû jî li vir e. Ji me re zerara wê heye feydeya wê nîn e. Yê ku rewşa wî baş be ji xwe re sondajê lê dixe. Çem jî ziwa bûye em ê zeviyên xwe çawa av bidin.”
 
FEYDEYA BENDAVÊ JI WAN RE TUNEYE
 
Gundiyekê din ê bi navê Sabah Oztemel, da zanîn ku 250 donim erdê wî heyê lê ji ber bûhabûne nikaribûye lê çandiniyê bike û wiha got: "Çandinî li gor berê pir zehmet bûye. Erdê me ziwa ye çi fêdeyekî bendavê jî nagihe me. Em nikarin sondajê jî lêxin. Ji ber ku belgeya me tuneye, em  nikarin sondajê lêxin. Em nikarin fatoreyên xwe yên ceyranê yên malan bidin em ê çawa yên sondajê razînin."
 
'DEWLET ALIKARYA ZILAMÊN XWE DIKE'
 
Keyayê gund Hasan Çiftçî ku ew jî ji bihabûnê bi gazind e, bi lêv kir ku dewlet ji bo çareseriya bihabûne tiştekî nake û ew tişt anîn ziman: "Erdê me gişk beyar maye em nikarin bajon. Ava me, çemê me hebû. Çemê Reşan digotin, niha ziwa bûyê. Ew av niha diçe bendavê. Gel perîşan bûye. Hewce ye ku devlet bihayê mazotê û gubreyê daxîne. Dewlet ji zilamên xwe re alikari dike, ji gel re nake."
 
'DEWLET KURDAN BI BIRÇÎBÛNE TERBIYE DIKE’
 
Cotkar Sabît Oztemel jî destnîşan kir ku dewlet ji bo ku gundên Kurdistanê vala bimînin, kurdan bi birçîbûnê terbiye dike û ev tişt got: "Li Kurdistanê kê bimirê, kê birçî bimînê, çiya hişk bibin, dar hişk bibin ne xema tu kesî ye. Me bi birçîbunê terbiye dikin. Dibêjin bila kurd her tim birçî bin. Kurd birçî bin da ku her tim bin deste me de bin. Em vî tiştî qebûl nakin. Çiyayên Kurdistanê tev tên şewitandin. Dema çiya bên şewitandin, ez nikaribim dewar xwedî bikim, nikaribim gubreyê bikirim û êrde xwe bajom ez ê neçar bimînim ku ji gund bar bikim û biçim bajaran." 
 
'ÇARESERÎ GUHERANDINA PERGALÊ YE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Oztemel, bi lêv kir ku sedama qeyranê û hemû pirsgirêkan pergal e û ev çareserî pêşniyar kir: "Em jî dibêjin ku divê kurd şiyar bin li ser piyan bin. Birçîbûnê bi zordariyê didin ser me, em qebûl nekin. Çareserî di avakirina rêxistinbûneke rast û guherandina pergalê de ye. Divê pergaleke nû, demokratîk were avakirin ew jî Modernîteyê Demokratîk e. Îro li axa Kurdistanê û Tirkiyê her tişt digihîje, li ser vê axê her tişt şîn dibê çima em ji derva tiştan dikirin. Ji bo wê jî divê ev pergal were guhertin."
 
MA / MAHMÛT ALTÛNTAŞ