Kedkarên tenduristiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kedkarên tenduristiyê li ser bangewaziya TTB’ê ji duh ve dest bi grevê kiribûn û dev ji kar berdabûn. Di roja duyemîn a grevê de kedkaran destnîşan kir ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Li ser bangewaziya Yekitya Bijîşkên Tirk (TTB), kedkarên tenduristiyê bi daxwaza mafên xwe yên reha û aborî duh dest bi grevê kirin. Di çarçoveya grevê de li gelek bajaran kedkarên tenduristiyê hatin ba hev û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Di çarçoveya çalakiyan de kedkarên tenduristiyê li Şirnex, Mêrdîn, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Antalya û Hatayê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de kedkaran xwest ku daxwazên wan bên qebûlkirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.