Li Rihayê xelk ji bo birincê erzan kete rêzê

img

RIHA -  Xelkê Rihayê ji bo ku birinc, lobî û nîskên erzan ku TMO’yê difirot bikire, bi saetan di rêzê de ma. Yek ji welatiyên di rêzê de disekiniya Omer Çoban wiha bertek nîşan da: “Ma ev insanetî ye? Ew li qesran dijîn. Halê me jî ev e. Ji bo ku beriya Remezanê çend tiştên erzan bikirim, ev zêdetirî 4 saetin li gel zarokên xwe di rêzê de disekinim.” 

Sermidûriyeta Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya Rihayê ku li ser rêya Kaniya Xezalan e, dest bi firotina birinc, nîsk û lobiyên erzan kir. Bi destpêkirina firotinê re xizaniya li bajêr jî hîn bêhtir xuyanîtir bû. Welatiyên ku dixwestin birinc, lobî û nîskên erzan bikirin, bi saetan li pêşiya avahiya TMO’yê sekinîn. Hejmara welatiyan her ku çû zêdetir bû û gelek kes di rêzê de man. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de berê xwe dayîn avahiya TMO’yê, zêdetirî 4-5 saetan di rêzê de sekinîn. Her wiha gelek kes ji bo ku bêhtir tiştan bikirin, li gel zarokên xwe ketin rêzê. 
 
JI DIKANAN ERZANTIR E 
 
Welatiyê bi navê Îbrahîm Koscal ku tûrikek bi pişta xwe ve girê dabû û di tûrikê wî de 5 kîloyên lobiyan û 5 jî yên nîskan hebûn, têkildarî mijarê wiha got: “Min ji bo van tiştan 120 lîre dan. Hewceye mirov di rêzê de bisekine. Bihayê tiştên li vir tên firotin guncav in. Li derve 5 kîloyên nîskan bi 110 lîreyan tên firotin. Lê li vir 12,5 lîreyan e. Êdî tu hesab bike. Kîloya lobiyan li derve bi 20 lîreyane lê li vir 12,5 lîreyan e. 5 kîloyên birinc li derve bi zêdetirî 100 lîreyan e lê li vir erzan e. Gelek kes ji bo ku neçin dikanan, tên vêderê. Di demên berê de me tenekeyê dohn bi 250 lîreyan dikirî lê niha bûye 650 lîrey. Torbeyê şekirê bi 150 lîreyan bû lê niha bûye 390 lîre.” 
 
'EM DI RÊZÊ DE Û EW JÎ LI QESRÊ NE’ 
 
Yek ji welatiyên di rêza birinc de disekiniya jî Omer Çoban bû. Çoban da zanîn ku ji ber bihayê giran ê sotemeniyê, nikare li erdê xwe zad biçîne û wiha got: “Vaye rewşa me ev e. Hikûmetê em xistin vî halî. Ji bo ku pereyekî kêmtir bidim, ev bi saetane ez û zarokên xwe di rêzê de disekinin. Bila kesên dengê xwe didin AKP’ê bi vê yekê keyfxweş bibin. Yên ku dengê xwe didin wan em xistin vî halî. Ev xelk, vî halî heq dike. Ev bi saetane xelk di rêzê de disekine. Ma ev insanetî ye? Ew li qesran dijîn. Ev jî halê me ye. Dewlet li derve li dijî hev şer dikin û ew jî bi vî halî re li dijî me şer dike. Ji bo ku beriya meha Remezanê bikarim hinek tiştên erzan bikirim, ez û zarokên xwe ev 4 saet in di rêzê de disekinin.” 
 
‘REWŞ QET BAŞ NÎNE’
 
Jineke ku ji ber wergirtina nîsk û birinc keyfxweş bûbû û nexwest navê xwe bide jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Malbata me ji 15 kesan pêk tê û em karkerên çandiniyê ne. Dewlet li me nanihêre. Ji saetên serê sibehê ve em li vê derê ne. Lê min karî tenê 5 kîloyên nîskan bikirim. Rewşa xerab e. ji bo ku bikarin debara xwe bikin, em ê ji neçarî di roja duşemê de biçin Antalyayê. Rewşa heyî qet baş nîne.” 
 
MA / Mûjdat Can