Masîvan ji ber bihabûnê kelekên xwe difiroşin

img

MÊRSÎN - Masîvanên li perava Karadûvarê anîn ziman ku ji ber bihabûna mazotê û fiyetên amûrên ew bi kar tînin wekî berê nikarin biçin masiyan û masîvan kelekên xwe difiroşin. 

Ji ber bihabûna sotemeniyê gelek sektor êdî nikarin xwe tev bidin. Ji sektorên nesîb ji bihabûnê digirtin yek jê jî masîvanî ye. Masîvanên li perava Karadûvar a navçeya Akdenîz a Mêrsînê, ji ber mesref nikarin biçin masiyan. 
 
Orhan Gundogdû yê 55 salî, destnîşan kir ku ji ber maliyetan êdî nikare masîvaniyê bike û got: "Min 29 lître mazot bi 609 TL, min heba mantaran bi 7.5 TL û pakêta tora biçûk jî bi hezar û 500 TL'yî stend." Gundogdû, destnîşan kir ku êdî masîvanî nemaye û niha 110 hezar TL deynê wî heye. Gundogdû, da zanîn ku dewlet salê tenê hezar TL destekê dide wan. 
 
Gundogdû, bilêv kir ku muayeneya tekneyê bûye 10 hezar TL. 
 
'EM NIKARIN MEAŞÊ XEBATKARAN BIDIN'
 
Masîvan Tahsîn Survar ê 30 salî jî, destnîşan kir ku 250 hezar TL deynê masîxaneyê li wî ye, lê ji ber ku nikarin bixebite nikare deynê xwe bide. Survar, diyar kir ku êdî hatine wê astê ku nikarin meaşê xebatkarên xwe bidin. 
 
Survar got: "Berê maliyeta torê 20 hezar TL bû, niha bûye 100 hezar TL: Her tişt biha bûye. Rewşa kar nebaş e, em ê birçî bimînin. Kes alîkariya me nake. Wer xuya ye dawiya dawî em ê çopê berhev bikin û bifiroşin. Ger tu rojekêb içû masiyan mesrefa te 10 hezar TL ye. Îja divê ez mehê 100 hezar TL qezenc bikim ku karibim heqê xebatkaran bidim. Masî jî tune ne. Çend sal berê kar baş bû, lê niha her tişt biha bûye. Her cara ku em pêl marşê dikin mesrefa me 2.5-3hezar TL ye. Ger wisa biçe dê masîvanî nemîne. Ji lew re êdî masîvan kelekên xwe difiroşin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr