Hevserokê SES'a Amedê Guldîken: Angaştan ronî bikin

img
AMED - Hevserokê SES'a Amedê Şiyar Guldîken, ji bo çareserkirina meseleya guhertina cihê xebatkarên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê bang li Walîtiya Amedê û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî kir û ev tişt got: "Angaştan ronî bikin û rastiya meselê ji raya giştî re parve bikin."
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, derbarê karmendên jin ên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê ku bi tacîzê cihê wan hatine guhertin, mobbîng û zext li wan tê kirin û gef li wan tên xwarin de li ber Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û SES'ê tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê da pankarta, "Li dijî mobîng û cih guherandinên bêusûl em li vê derê ne" hat wekirin. 
 
Beriya daxuyaniyê polisan kolana ku Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî lê ye dorpêç kir. 
 
'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN'
 
Destpêkê Berdevkê Demê yê KESK'ê Sîrac Çelîk di daxuyaniye de axivî û bertek nîşanî pêkanînên li ser endam û nûnerên wan da û ev tişt got: "Ev zext, mobbîng û cih guherandinên bêusûl nikarin bandor li têkoşîna me bikin û bi me gav paşde biavêjin. Em ê timik di têkoşîna xwe bi peş ve biçin û paşde gav neavêjin. Em di têkoşîna xwe de mafdar in û em ê li qadê jî bînin ziman." 
 
BÊ DAXWAZA XEBATKARAN CIH GUHERANDINE
 
Daxuyaniya ku hatibû amadekirin ji aliyê Hevserokê SES'a Amedê Şîyar Guldîken hat xwendin. Guldîken, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê weke sendîka xwestine ku bi Midûrê Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê Muzaffer Akçam re biaxivin û randevu xwestine lê daxwaza wan hatiye redkirin û wiha got: "Hefteya borî cihê nêzî 80 xebatkarên miduriyetê hatin guhertin. Xebatkarên ku xwestine cihê wan bê guhertin cihê nehatiye guhertin û xebatkarên ku nexwestine cihê wan bê guhertin jî cihê wan hatiye guhertin. Ji ber şertên xebatê yên li saziyê aramiya xebatê xera bûye. Weke tolhildan cihê xebatkaran hatiye guhertin."
 
BANGA RONÎKIRINA PISGIRÊKAN
 
Di berdewamê de Guldîken, agahî da ku li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê di navbera rêveberan de dubendî heye û ev tişt anî ziman: "Rêveber dixwazin xebatkaran jî bikin aliyê ve dubendiya xwe. Hê jî li saziyê gelek karên bêuûsûl û bêhiqûq tên kirin. Ji bo vê cihê xebatkaran diguherînin. Em bang li Walîtiya Amedê û Wezîra Polîtîkayên Malbat û Xizmetên Civakî dikin ku angaştên li Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê ronî bikin û rastiya meselê ji raya giştî re parve bikin."