Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên 1’ ê Gulanê hatin aşkerekirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqere, Îzmîr û Wanê bernameyên mîtîngên 1’ê Gulanê hatin aşkere kirin. Li her 3 bajaran jî ji bo tevlîbûna mîtîngan bang hate kirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna me wê vê pergalê biguherîne.”
 
Bernameyên Têkildarî 1’ê Gulanê li Enqere, Îzmîr û Wanê werin lidarxistin hatin aşkere kirin. 
 
ENQERE
 
Pêkhateyên 1’ê Gulanê yên Enqereyê li Yekitiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Ev wiha naçe, em ê bi hev re biguherînin! Bi hev re ber bi 1’ê Gulanê ve” hate daliqandin. Li ser navê pêkhateyan Nûnerê DÎSK’ê Tayfûn Gorgun metna daxuyaniyê xwend.
 
Gorgun bal kişand ser bihabûnê, zemên hatine kirin û wiha got: “Bi destheqên me yên dihelin, bêkarî û bêsîgorteyiyê hêvî, maf, hiqûq û pêşeroja welatiyan tê binpêkirin. Tengezariya ku xizanî û bêedaletiyê mezin dike belav dibe.”
 
BANGA TÊKOŞÎNA BI HEV RE KIR
 
Gorgun, li dijî zextan hemû beş vexwendin 1’ê Gulanê û wiha berdewam kir: “Em karker, kedkar, ciwan, jin, teqawît û kesên nikarin teqawît bibin ji bo jiyaneke mirovane bijîn ne bêçare ne. Çare di têkoşîna mil bi mil a bi hev re de ye. Em dizanin ku jiyaneke nû û pergaleke nû pêkan e. Kesên tên feqîrkirin, binpêkirin, neheqî li wan tê kirin û vîna wan tune tên hesibandin wê bi hev re vê pergalê biguherînin. Ji bo li dijî şeran derkevin, ji bo hemû mirovan û hemû cîhanê aştiyê biparêzin; wezîfeya me ye ku em cîhaneke bêçîn , bêked , bêşer ava bikin.”
 
Gungor, ji bo mîtînga ku di 1’ê Gulanê de li Qada Anadolû (Tandogan) a Enqereyê were lidarxistin bang kir. Piştî civînê pêkhateyên 1’ê Gulanê li Kizilayê belavokên 1’ê Gulanê belavkirin. 
 
ÎZMÎR
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo bernameya pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li bajêr were lidarxistin li Navenda Mîmartiya Îzmîrê civîneke çapemeniyê lidarxist. Li eywanê pankarta “Em ê bi hev re biguherînin. Bijî 1’ê Gulanê” hate daliqandin. Mîtîng wê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Gundogdûyê were lidarxistin. 
 
Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari, ji bo Îzmîrî di 1’ê Gulanê de mafên xwe yên rewa biqîrin vexwendin Qada Gundogdûyê û wiha got: “Di vê pergala bêedalet de feqîr bêtir feqîr dibe, dewlemend jî bêtir dewlemend dibe. Em dixwazin weke mirovan bijîn. Heke em bibin yek wê zeman paşve bikişînin. Têkoşîna me wê pergalê biguherîne.”
 
Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Îzmîrê Mehmet Baran Selanîk jî diyar kir ku divê desthilata ku darazê bikartîne bê guhertin û wiha axivî: “Ji bo têkoşîna mafên mirovan, laîktî û dewleta hiqûqê pêş ve biçe hemû hempîşeyên xwe û gelê xwe vedixwînin 1’ê Gulanê.”
 
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê Aykût Akdemîr jî diyar kir ku li dijî talanê têkoşîneke cidî didin û got: “Beriya du rojan ji bo projeya talanê em li Çeşmeyê bûn, sibê ji bo piştevaniya çînî em ê di 1’ê Gulanê de bi hev re bin. Em ê bi hemû endamên xwe re di 1’ê Gulanê de li qadê bin.”
 
Nûnerê 3’yemîn Herêma Îzmîrê yê Turk-Îş’ê Hayrettîn Çakmak jî diyar kir ku wê di 1’ê Gulanê de ji xespkirina mafên wan ên grevê û cînayetên jinan re bêjin na. 
 
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’a Îzmîrê Necîp Vardal jî wiha got: “Em ji bo li dîjî şer, mêtingerî, bêkarî û xizaniyê aştiyê mezin bikin em ê li qadan bin.”
 
LI PARKA MÛSA ANTER WÊ MÎTÎNG WERE LIDARXISTIN
 
Hêzên Ked û Demokrastiyê yên Wanê, têkildarî Mîtînga 1’ê Gualnê ku dê li Parka Mûsa Anter were lidarxistin, li Şaxa Genel-Îş a DÎSK’a Wanê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Li ser navê platformê Serokê Komîteya Amadekar ê 1’ê Gulanê Serokê Şaxa Genel Îş a DÎSK’a Wanê Omer Tekîn axivî û wiha got: “Ev pergal bi milyonan kesên ku mexdûr kirine perçe dike û serî li rêbazeke xeternak dide. Her tim dijminên navîn û derve tên afirandin. Polîtîkayên şer, şovenizm, nijadperestîyê gefan li pêşeroja gelê me dixwin.”
 
Tekîn, diyar kir ku roj roja kirina gazinan nîne û got: “Em weke kesên tên feqîrkirin, binpêkirin hêza me heye ku em vê pergalê biguherînin û welatekî ku 84 milyon mirov weke mirovan lê bijîn ava bikin. 
Tekîn da xuyakirin ku 1’ê Gulanê wê li Parka Mûsa Anter bi mîtîngekê were pîrozkirin û her kesên alîgirê aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê vexwendî mîtîngê kir.