'Ev pergal wisa nabe werin em bi hev re wê biguherînin'

img

MÊRSÎN - Serokê Genel-Îş'a Mêrsînê Kemal Goksoy, diyar kir ku dê di 1'ê Gulanê de li Mêrsînê daxwazên xwe bi meşekê bînin ziman û got: "Ev pergal wisa nabe, werin em bi hev re biguherînin." 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dest bi amadekariyên 1'ê Gulanê Cejna Karkeran kir. Sendîka, komele û partiyên siyasî pankartên 1'ê Gulanê li avahiyên xwe daliqandin û li gelek deverên bajêr jî jib o beşdarbûnê belavokên 1'ê Gulanê tên belavkirin. Li Mêrsînê 1'ê Gulana îsal dê bi dirûşmeya "Ev pergal wisa nabe, em bi hev re biguherînin" bi meşekê û mîtîngekê bê pîrozkirin. Kedkar dê saet di deh û nîvê serê sibehê de li ber stda Tevfîk Sirri Gur kom bibin û ji vir ber bi Qada Cumhûriyetê ve bimeşin. Piştî axaftinan dê hunermend Îlkay Akkaya konserekê bide. 
 
Serokê Sendîkaya Xizmetên Giştî (Genel-Îş) a Şaxa Mêrsînê Kemal Goksoy, bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê û ji bo tevlîbûnê bang kir. 
 
‘SEDEMA HERÎ MEZIN BUDÇEYA JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN'
 
Goksoy, diyar kir ku Tirkiye bi krîzeke pir mezin re rû bi rû ye û got: "Kesên ev krîza kûr afirandine, wekî ku krîz tune be, wê wekî lîstikeke hêzên derve didin der. Ev yek krîzê kûrtir dike. Sedema vê krîza mezin desthilata AKP'ê ya 20 sal in desthilat e, bi xwe ye. Pir ecêb e ku rayedar radibin heya 2023'yan destûrê dixwazin. Tu dibê qey ne ew, lê hin kesên din welêt bi rê ve dibin û ew jî dibin namzetê vê rêvebirinê. Tişta di 20 salan de neki9r, dê di 2023'yan de bike? Cîhanê, pandemiyê dike hincet û hewl dide ser rewşa Tirkiyeyê binuxumîne, lê ev hewldanine bêfê de ne. Çima bêfêde ne? Ji lew re sedemên krîza aborî ya Tirkiyeyê diyar in. Sedema herî mezin aborî hemû ji bo şer tê xerckirin." 
 
MEAŞÊ KÊM
 
Goksoy, destnîşan kir ku meaşê karkeran ê hatiye zemkirin û zema hatiye kirin hemû nemane û wiha got: "Li aliyekî dibêjin 'me meaşê kêm kir 4 hezar û n250 TL, me jis edî 54 zêde kir.' Li aliyê din jî fiyet ji sedî sed , ji sedî 200 hatin bihakirin. Ev zema çi ye? Bi zemên hatine kirin re êdî meaşê kêm daket biniya sînorê birçîbûnê. Ji ber vê em ê di 1'ê Gulanê de bitêkoşin." 
 
‘EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN'
 
Goksoy, ragihand ku sedemeke din a krîzê jî ew ku çavkanî berpêşî aligiran tên kirin û bedêla krîzê jî li welatiyan tê  barkirin. Goksoy wiha axivî: "Meseleya kurdî, meseleya baweriyê û meseleya aboriyê êdî veguherîne meseleyeke civakî. Ji bo çareserkirina van meseleyan jî muxalefeteke civakî divê. Ji bo 1'ê Gulanê bibe xeta têkoşînê ya tevahiya em hewl didin. Em ê wê rojê daxwazên xw eragihînin tevahiya xwezayê. Ji bo çareserkirina vê meseleyê pêdiviya me bi muxalefeta civakî heye. Ev pergal wisa nabe, werin em bi hev re biguherînin." 
 
MA / Cemîl Ûgûr