Kedkar li Amedê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre xiyanet” meşiyan

AMED - Nûnerên sendîkayan li Amedê ji bo bangawaziya 1’ê Gulanê bi dirûşma “Bijî Kurdistan, bimre îxanet” meşiyan û hemû kes li dijî şer vexwendin mitînga 1’ê Gulanê ku dê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. 

Gelek nûnerên sendîkayan li pêşiya avahiya Şaxa Hejmar 1 a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê hatin gel hev û ji bo mitînga 1’ê Gulanê ku dê di roja yekşemê saet di 10.00’an de li Qada Îstasyonê bê lidarxistin, bang kirin. Mitîng dê bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” were lidarxistin. Çalakvanan beriya belavkirina belavokan, li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyeke kin dan. Li gel nûnerên sendîkayê, her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
Li ser navê sendîkayê, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê ku di heman demê de Serokê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ye jî Kamûran Taş daxuyanî da. Taş, diyar kir ku ew bi gel, ked û azadiyan re ne û wiha got: “Ji bo ked, edalet, aştî û demokrasiyê banga me ji bo hemû dostên me yên demokrasîxwaz ew e ku biherikin Qada Îstasyonê.” Piştî daxuyaniya Taş jî girseyê meşek li dar xist û belavok belav kirin. 
 
ZAP SILAV KIRIN
 
Kedkar, li ser Cehdeya Gevranê meşiyan û di dema meşê de dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana karkeran”, “Em ê bi berxwdanê bi ser kevin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Na ji şer re”, “Ciwan li vir in, li ser pêya ne”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana Zapê” û “Bimre îxanet, bijî Kurdistan” berz kirin.
 
Çalakvanan belavok li esnaf û welatiyên li ser cehdeyên Gevran û Ekîncîlerê belav kirin. Welatî û esnafan jî bi çepikan piştgirî dan kedkaran. Kedkaran, bang li welatiyan kir ku li dijî şer di 1’ê Gulanê de dakevin qadan.