Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu ya ku tacegul danî Qada Taksîmê got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye.” 
 
Şandeyek Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê hat Qada Taksîmê. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu û endamên desteya rêveberên DÎSK’ê di nav de komek meşiya ber Peykerê Ataturk. Çerkezoglu tacegul danî ber peyker û wiha got: “Qada 1’ê Gulanê, Qada Taksîmê ye. Ji bo ku 1’ê Gulanê û Qada Taksîmê azad bibe, me têkoşînek dûr û dirêj da. Di salên 2010, 2011 û 2012’an de me pîrozbahiya herî mezin a 1’ê Gulanê li vê qadê li dar xistin.”