‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'

img
AMED – Bargir, simsar û esnafên hala zebze û fêkiyan a Amedê bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî û gotin : “Yên ku mastê gamêşan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe." 
 
Ji ber Krîza aborî, li Tirkiyeyê êdî bi hezaran karmend, dikandar, esnaf û kargeh hatine ber topavêtinê. Ji cotkaran bigire heta xwedîkirina sewalan, ji fabrîkeyan bigire heta dikandaran êdî her kes heya krîzê dinava krîzê de maye. 
 
Bargir, simsar û esnafên hala zebze û fêkiyan a Amedê destnîşan kirin ku yên ku mastê gamêşan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe.
 
Beşîr Donmez ku ji halê mal dikire û dibe li navçeyên Amedê û bajerên derdorê difiroşe diyar kir ku êdî kar ji binî de nemaye û got: “ Litreyek mazot bûye 24-25 lîre. Weayîtek ku berê ji Edeneyê dihat halê bi 2 hezaran dihat, lê niha bi 10 hezaran tê. Ev yek bandorê li bihayê zebze û fêkiyan jî dike. Ji ber vê hem kirîn hem jî firotin zehmet bûye. Berê me kamyonek mal dibir, em sê kes bûn û serê merivekî 500-600 lîre dima. Lê niha 100 lîre bi zorê ji me re dimîne. Gelo berpirsên vê krîzê dikarin bi 100 lîreyî debara xwe bikin? Na. Em vê qebûl nakin." 
 
Donmez got: “Ewên ku dibejin berpirsiyarê aboriyê û rêvebir em in bila îro derkevin bersiva me bidin û çareseriyek ji  me re bibînin. Heke litreyek mazot 25 lîre be nexwe kes nikare bibêje rewşa aboriya me baş e. Niha bifikirin ku wekî avahiyek bingeha wê riziya be û zelzele lê xistiye. Hin kes vê yekê qebûl dikin. Ew jî ji vê diwin. A ha rewşa me bi vî awayî ye." 
 
2  ROJA DIXEBITIN NIKARIN 5 LÎTRE RÛN BIKIRIN'
 
Bavê 4 zarokan Suleyman Ebrem jî 10 sal in li halê bargiriyê dike û saet ji 2'yê şevê heya danê nîvro dixebite. Donemz diyar kir ku nikare debara xwe bike û got: “ 2 sal berê me bi şev heya serê sibê hezar qase marol difirot, lê niha em di 2 rojan de ancax 500 qaseyan difiroşin. Derfet nemaye, kes nikare tiştekî bikire. Wexta kes nikaribe bikire, ev yek bandorek nebaş li me dike. Li gorî erebeyan em heqdesta xwe distînin. Heke erebeyek malzeme neyê firotin heqdesta me jî li gor wê kêm dibe. Em serê werebeykê 200 lîre distînin. Em 2 rojan dixebitin nikarin 5 lître rûn bikirin. Bi rastî jî em nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin. Ev ji ber polîtîkayên şaş ên detshilatê ye. Yên li serî didizin em jî di bin de dimînin. Tebeqaya jor pir baş debara xwe dikin lê ya jêr perçiqiye." 
 
‘DIZ Û ÇETE KETIYE Dİ NAV DEWLETÊ’
 
Nasir Guneş jî ku di salên 90'an de gundê wan 3 caran hatiye şeiwtandin û paşê ji bêgavî bar kiriye hatiye Amedê û beriya qeyûm di Şaredariya Peyasê de xebitiye û bi tayinkirina qeyûm r eji kar hatiye derxistin, got: “3 sal in ez bargiriyê dikim. Bi erebeyan zebze dibim dikan û bazaran. Bi rastî jî niha dan û stendin pir kêm bûye. Zebze û fêkî nayên firotin. Me berê 100-150 lîre qezenc dikir. Niha jî wisa ye lê îro 100 lîreyê me bûye 10 lîre. Lewma nikarim debara xwe bikim. Deyndar im. Li gund min dikaribû 500 heywan xwedî bike, lê nahêlin em biçin gund. Dibêjin 'An hûn ê bibin sîxur an jî cerdevan.' Ji ber vê li bajêr bargiriyê dikim."
 
SEDEM DETSHILAT E
 
Guneş destnîşan kir ku sedema bihabûnê polîtîkayên şaş ên desthilatê ne û got: “Gava teyareyek radibe mesrefê wê milyon in. Ev jî pereyê gel e. Nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Diz û çete li ser dewletê ne, bêqanûnîtiyê dikin. Ger hiqûq hebûya dê hemû bihatana darizandin." 
 
ZEBZEYÊN XERABE BERHEV DIKIN
 
Bazarvan Mehmet Tamam jî diyar kir ku tu acrî wekî niha zehmetî nekişandiye û bihabûnek bi vî rengî nedîtiye. Tamam got: “2 zarokên min hene, nikarim nan bibim mala xwe. Ma ev edalet e? Li bazaran dayik û xwişkên me balîcanên rizî top dikin û dibin malên xwe. Ma ev ne şerm e? Ev çi welat e? Ev zilm e. Berê rojê 300 lîre ji min re dima. Niha 100 lire dimîne, ew jî têr nake. Nan bûye 5 lîre, îskanek çay bûye 2 lîre û nîv. Berê me bi 8 lîreyan kîsikek dadigirt."
 
‘DÊYNA ME 7 QAT ZÊDE BÛYE’
 
Simsar Hasan Coşkûn jî anî ziman ku tu eks ji rêvebirên Tirkiyeyê ne razî ye û got: “Desthilat rûniştiye ser vê sandalyeyê û naxwaze here. Ev yek jî bandorê li hert tiştî dike. Firingiyên herî erzan bi 6-7 lîreyan e, lê kes nakire. Em hemû deyndar in. Deynê min 7 qat zêde bûye."
 
Coşkûn bertek nîşanî detshilatê da û got: “Her tiştî ji bo xwe dikin. Xelk ne di xema wan de ye. Serokkomar tenê ji bo AKP'Ê ye, ne ji bo gel e. Xelk pêrîşan bûye. Zarokên ku divê bixwînin ji bêgavî tên li vira dixebitin. Ev şerma vî welatî ye. Yên ku mastê gamêşan dixwin rewşa xelkê nabînin, xelk nikare nanekî jî bibe mala xwe."