Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin

img
AMED - Li gundê Xanika Jêr ê navçeya Çinarê cotkar ji ber ku heqê bîçerê biha biha bûye nikarin zadê xwe rakin. 
 
Li Tirkiyeyê krîza aborî bandor li her qadê kiriye. Bi taybetî jî bi bihabûna fiyetên mazot û gubre re cotkar êdî nikarin çandiniyê bikin û yên çandiniyê dikin jî nikarin zadê xwe rakin. Li gundê Xanika Jêr ê navçeya Çinar a Amedê ji ber ku cotkar û xwediyên bîçerê li ser fiyet li hev nakin paleyî nayê kirin. Par heqê bîçerê serê konteynerekê 315 TL bû, lê îsal xwediyên bîçeran serê konteynerê hezar û 200 TL dixwazin. Ev yek jî zêdeyî quweta cotkaran e. 
 
‘WEXT HATIYE LÊ EM NIKARIN RAKIN'
 
Bîçervan Vecdî Akdag anî ziman ku tevî ya wî li Xanika Jêr bi giştî 17 bîçer hene û got, ji ber bihabûna mazotê û fiyetê parçeyên bîçerê fiyetê ku ji bo cotkaran diyar dikin nayê qebûlkirin û fiyetê ku cotkar diyar dikin wan xelas nake. Akdag got: "Wext rakirina zad hatiye lê em nikarin rakin. Ger wisa bidome dê keda cotkaran berhewa biçe. Par lîtreya mazotê bi 5 lîreyan bû, lê îsal bûye 25 lîre. Divê em jî li gor wê fiyet 5 qatî zêde bikin. Gava em vê dikin vê carê zêdeyî quweta cotkaran e." 
 
‘GER NEYÊ RAKIRIN DÊ FIYETÊ ARVAN BIBE 700'
 
Akdag ragihand ku tenê fiyetê mazot û gubreyê biha nabe fiyetê her tiştî biha dibe û got, salê heqê qaskoya bîçerê 52 hezar TL didin û parçeyên sereke yên bîçerê di nava salekê de ji 52 hezar TL'yan çûne 120 hezar TL'yî. Akdag got: "Em jî ji bêgavî heqê rakirinê li gor vê bihabûnê zêde dikin. Madem cotkar nikarin bi destan erdê xwe rakin nexwe dê ji bêgavî bîçerê kirê bikin. Ger wisa biçe dê şêniyên bajrê birçî bimînin. Ji lew re genimê bajêr jiv ir tê. Ger ev erd neyên çandin dê fiyetê arvan ku niha 400 lîre ye, bibe 700 lîre." 
 
SERÊ KONTEYNERÊ 120 TL
 
Akdag diyar kir ku ger krîz bi vî awayî dewam bike çî wan hebe dê bifiroşin û got: "Dewlet alîkariya me nake û karê me giran dike. Par me serê konteynerê 315 lîr eidgirt, lê îsal di biniya hezar û 200 lîreyî re xelas nake. Lê tu cotkar vî fiyetîq ebûl nake. Ger ji bo mazotê piştgirî bihata kirin dê maliyeta me 300-400 lîre bûna, wê gavê dê cotkar jî rihet bûbûna. Deshilat di bin navê piştgiriyê de yekê dide, çaran distîne. Ev pergal ji bo dewlemendan dixebite, ne ji bo karker û cotkaran." 
 
Cotkar Azîz Adlî jî bilêv kir ku fiyetê ku xwediyê bîçeran diyar kirine zêdeyî quweta wan e û got, mazot di salekê de ji 6 lîreyan çûye 25 lîreyan, tona guber ji hezar û 800 lîreyî çûye 8 hezar lîreyî. Adlî got: "Pişta cotkêr şikandin. Îsal min 90 donim nîsk, 140 donim jî ceh daniye lê ez nizanim ez ê çawa rakim. Îsal barana havînê jî dereng bariya. Îsal hişkesalî jî heye. Lewma divê zîraet were li nav erdan bigere xisarê tespît bike." 
 
 ‘COTKARÎ NEMAYE'
 
Adlî bal kişand ser bihabûna ceryanê jî û got: "Ceryan ji sedî 120 biha bûye. Ev yek wekî xelekên zincîrê ne; bandorê li her kesî dike. Fiyetê ka û ceh jî pir biha bûye. Ceh par bi hezar û 700 lîreyî bû, îsal bûye 6 hezar. 2 sal in ji ber vê bihabûnê cotkarî nemaye. Ger wisa bidome em ê nikaribin vî karî bikin." 
 
‘ÇARE GUHERANDINA DESTHILATÊ YE'
 
Adlî bilêv kir ku xwediyên bîçetran nikarin ji bin bar rabin û cotkar jî ji ber vê nikarin zadê xwe rakin û got: "Polîtîkaya çandiniyê ya desthilatê şaş e. Ev kêmasî û berprisiyariya dewletê ye. Destek ne çare ye. Çandinî bi desteka wekî sedeqeyan çareser nabe. Dibêjin me motor û amûrên mezin ji bo cotkaran peyda kirine. LÊ gava ev makîne nikaribin bixebitin û li ber derî sekinandî bin, dê bi kêrî çi bên? Em cotkar dixwazin fatûreyên ceryanê kêm bin, mazot bê bacê bê dayîn. Êdî bes e, bû 20 sal. Ev desthilatdar hê jî heye. Em cotkar, çareseriyê di guherandian desthilatê de dibînin."