Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire

AMED - Li Amedê esnafan destnîşan kirin ku cejn nêz bûye lê li kolanan kes tune ye û bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî. 
 
Welatî cejnek din jî ya Qurbanê bi krîza aborî ya kûr pêşwazî dikin. Li Amedê esnafan destnîşan kirin ku kolanên ku berê di dema cejnê de ji mirovan xalî nedibûn niha vikîvala ne û bal kişandin ser kûrbûna krîza aborî. 
 
Esnaf Giyaseddîn Boran ku ji sala 1999’an heta niha cilana difiroşe bi lêv kir ku ev qas sal esnaftiyê dike lê cara ewil bi krîzek wiha re rû bi rû maye û got: “Berê jî me krîz dîtibûn, lê ne wekî krîza niha. Em di rewşeke pir xirab de ne. Mişteriyên ku tên jî nikarin tiştekî bikirin. Gel nikare debara xwe bike. Berê me dikaribû pere kom bike, lê niha em bi zorê debara dikin. Em bi deynan debara xwe dikin. Berê pir hindik kesî bi karta krediyê dan û standin dikir, lê niha hemû bi krediyê dan û standinê dikinç Ev jî tê wê wateyê ku gel bi deynan lazmatiyên xwe dabîn dike."
‘PANDEMÎ JI VÊ REWŞÊ BAŞTIR BÛ’
 
Boran diyar kir ku cejn nêz bûye lê dîsa jî dan û standin kêm e û ev tişt anîn ziman: “Qezenca me li gorî par ji sedî 75 kêm bûye. Tevî vê yekê jî her tişt bihabû ye. Ji ber bihabûna ceyranê em nikarin klîmayên xwe jî vekin. Mînakên bi vî rengî pir in. Êdî pergal ketiye tengasiyê, nikare xwe bi rê ve bibe. Par tevî ku pandemî hebû jî rewş ew qas xirab nebû. Her çi qas pandemiyê li ser me jî bandorek neyînî kiribe jî, lê wekî îsal xirab nebû. Di pandemiyê de dewletê qaşo kredî da me, lê niha em bi faîzê deynê krediyê didin. Krediya ku dabûn jî bi faîzê distînin.”
 
‘SEDM DESTHILATDAR E’
 
Esnaf Sînan Akgok jî destnîşan kir ku tu carî cejneke wisa qels nedîtiye û wiha got: “Her tişt pir biha bûye. Edî gel nikare tiştekî bikire. Berê di dema cejnê de kesî nikaribû di vê kolanê de bimeşe, lê niha tu kes tune ye. Ji ber ku edî tu kes nikare dan û standinê bike. Par pandemî jî hebû, lê dîsa jî baştir bû. Par, qurtikê herî baş 150 TL bû, lê niha 350 TL ye. Ji ber wê jî dema gel fiyetan dibîne bertek nîşan dide. Lê sedema bihabûn û krîzê desthilata AKP'ê ye." 
 
‘ÇETEYAN DEWLEMEND KIRIN'
 
Esnafê bi navê Mehmed Karayil ku 24 sal in dikandariyê dike bi lêv kir ku ji ber krîzê û bihabûnê tu kes nikarê tiştekî bikire û got: “Her sal xirabtir dibe. Îsal edî krîz bi tevahî kûr bûye. Êdî kes nikare pêdiviyên xwe dabîn bike. Tenê tên li fiyetan dinêrin û diçin, nikarin dan û standinê bikin. Ji ber polîtikayên şer ên desthilatdarê krîz ew qas mezin bûye. Êdî welat talan kirine, tiştek li holê nehiştine. Heke wisa nebûna, rewşa gel ew qas xirab nedibû. Krîz dê bi hilberînê çareser bibe. Îro ro cotkar, gundî û hilberîner kuştine, tenê bi înşaatan 5 çete dewlemend kirin.”
 
‘KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’
 
Esnaf Nasir Anûştekin jî têkildarî mijarê anî ziman ku 30 sal in esnaftiyê dike û berê herî pir di cejnan de qezenc dikirin lê niha ji ber krîzê kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire. Anûştekin destnîşan kir ku êdî kes nikarê debara xwe bike û wiha pê dê çû: “Ji ber polîtikayên desthilatdarê rewşa aboriyê ew qas xirab bûye. Maeşan zem dike, lê dîsa distîne. Desthilata AKP'ê ji dêvla ku vê krîzê çareser bike her diçe kûrtir dike."
 
Anûştekîn destnîşan kir ku rewşa esnafan ne tu rewş e û got, niha bi zorê heqê kirêyên dikanên xwe didin. 
 
NELIRÊTIYÊN DESTHILATDARÊ
 
Dikandar Mahmût Baran jî diyar kir ku ji ber krîza aborî hem welatî hem jî bazirgan di rewşeke xirab de ne û got: “Berê gava cejn nêz dibûn li van kolanan cih tune bû kes bimeşe. Lê niha kes tune ye. Dema em par û îsal didin berhev ferqek mezin heye. AKP'î û piştgirên wan di televîzyonan de dibêjin ku aborî baş e, nizam di dinyayê de di rêza çendan de ne... Lê em gel êdî mirine. Sedema krîzê nelirîtiyên desthilatdarê ne.”