Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya

img
UŞAK - Li navçeya Ulubey a Uşakê mînîbûsa karkerên çandiniyê wergeriya û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 14 karker jî birîndar bûn. 
 
Mînîbûsa karkerên çandiniyê li Xaçereya Koprulu ya navçeya Ulubey a Uşakê wergeriya. Hat zanîn ku karkerên çandiniyê yên demsalî ji karê tûtinê vedigeriyan û di encama qezayê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 3 jê giran bi giştî 14 karker jî birîndar bûn. 
 
Komên tenduristiyê, polîs û agirkujiyê li ser îxbarê hatin cihê bûyerê. Di encama lêkolîna komên tenduristiyê de xuya bû ku karkera bi navê Hasîbe Bozkurt (56) jiyana xwe ji dest da ye. 
 
Karkerên din ên di qezayê de birîndar bûyîn jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê. Ajokarê wesayîtê hate binçavkirin.