HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî

img
ENQERE - HDP, Serokê Giştî DÎSK'ê Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî û got: "Em ê di rêya ku Kemal Turkler ronî kiriye de, meşa xwe bidomînin." 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê û Berpirsyara Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî Şaziye Kose, di salvegera 43'yemîn a qetilkirina Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK),  ji avakarên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û ji rêberê karkeran Kemal Turkler de daxuyaniyekî nivîskî parve kir. HDP'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser dîroka qetilkirina Turkler a 22'yê tîrmeha 1980'an ku di wê demê de dengên karkeran xurttir derdiket û rêxistinbûna wan zêdetir, xurttir dibû û wiha hat gotin: "Em ê di rêya ku Kemal Turkler ku ronî kiriye de meşa xwe bidomînin."
 
'EM HÊZÊN TARÎ NAS DIKIN' 
 
HDP'ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di 43 salên derbasbûyî de qetlîam nehat ronîkirin û wiha hat gotin: "Em dizanin ku qetliyam bi kîjan hêzan hat kirin. Em van hêzên tarî ji Pirsûsê, ji Qilebanê, ji Qetilkirina rêhevala xwe Denîz Poyraz û gelek qetlîaman nas dikin. Hêzên tarî dest ji êrişên xwe yên li dijî gelên Tirkiyeyê û tekoşîna karkeran a ji bo jiyanekî hevpar, bernedan, li dijî keda ku rih dide axê û ji êrişên xwe yên hovane venegeriyan. Îro ji li cem çeteyên ku li dor desthilatê kom bûne cih digirin û keda kedkaran xesp dikin, dixwazin çîna karkeran bikin kole."
 
SEKNA WÎ JI BO KARKERAN RÊBER E 
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karker, kedkar û hilberînerên Tirkiyeyê li dijî hemû zext û zordariyan, bi mîrateya ku Turkler ava kiriye ve dê li ber xwe bidin, destketiyên xwe zêde bikin û wiha hat gotin: "Îro li her aliyê Tirkiyeyê ji her eniyên karên cuda de karker ji sekna Turkler a bi biryar hêz digirin, li ber xwe didin û dê mafên xwe biparêzin. Sekna Turkler a bi biryar ji bo sekna tevgera Tirkiyeyê a sendîkayan tecrûbeyên mezin da qezenckirin û ji bo têkoşîna mafên karkeran jî dibe rêber. 
 
EM Ê TEKOŞÎNÊ BI MÎRATEYA WÎ MEZIN BIKIN
 
Em wek HDP carekî din Kemal Turkler bi heskirin, rêz û minet bi bîr tînin. Em ê ser rêça Kemal Turkler a ji bo kedkarên bindest û bi kurtasî ji bo gelan daye meşandin, bidomînin, dê li cem kesên ji bo rûmeta xwe têdikoşîn bin û soza xwe ya ku dê li navendan têkoşînê de bin dûbare dikin."