Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin

img

ENQERE - Di rapora ji hêla Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ve hatiye amadekirin de hat gotin ku di navbera mehên çile û hezîranê de ji ber sedemên aborî 38 kesan întîhar kiriye û hezar û 718 binpêkirin jî li dijî kedkaran hatine kirin. 

 
Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binpêkirinên di navbera mehên çile û hezîrana 2022’yan de di qada kedê hatine kirin raporek amade kir û parve kir. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber enflasyona bilind, zêdebûna bihayê xurekan, ketina hêza kirînê û hwd. li Tirkiyeyê birçîtî di asta herî bilind de ye û ev agahî hatin dayîn: “Sazî û çavkaniyên civakê bi têkiliyên siyaset-mafyayê pêşkeşî çete, mafya û alîgiran hatine kirin. Desthilatdarî fatûreya krîza heyî jî li kedkar, karker, jin û ciwanan dibire. Li dijî vê jî ji Dîlokê heta Zonguldak, Stenbol û Antalyayê, karker û kedkaran li ber xwe dan û hêj li ber xwe didin.”
 
Daneyên komîsyonê yên di navbera 1’ê çileyê û 30’ê hezîrana 2022’yan wiha ne: 
 
“*Karkeran herî kêm 159 caran biryara grevê dan û ji van biryaran 143 pêk hatin. 
 
* Hêzên ewlekariyê êrişî 11 daxuyanî û protestoyên kedkaran kirin û nehiştin bên dayîn. Di dema van êrişan de 775 karker hatin binçavkirin. 
 
* Li gorî rapora ji hêla ÎSÎG’ê ve hatiye amadekirin, 842 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Ji ber sedemên aborî 46 hewldanên întîharê çêbûn û di encamê 38 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Ji ber xemsariyan 793 karker birîndar bûn.
 
* Li dijî karkeran herî kêm hezar û 718 binpêkirin çêbûn. 
 
* Her meh herî kêm 14 çalakiyên karkeran hatin kirin. 
 
* Kedkaran di nava vê demê de herî kêm 3 hezar û 486 çalakî li dar xistin. 
 
* Zabiteyan herî kêm 6 kes êrişî kedkarên kolanan kirin.”