Konteynerên karkeran şewitîn

img
ÎZMÎR - Zêdetirî 30 konteynerên karkerên înşaetê yên li ser înşaeta TOKÎ ya Bayrakliyê dixebitiyan, şewitîn. 
 
Li xaniyên TOKÎ yên li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê ji bo kesên ji erdhejê bandor bûyîn hatibûn avakirin, şewat derket. Karkerên înşaetê li van konteyneran diman û nehat zanîn bê ka şewat çima derketiye. Bi hatina komên agirkujiyê re şewat di nava saetekê de hate vemirandin. 
 
Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin.