Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin

img
MÊRDÎN - Serokê Komeleya Cotkeran Mîkaîl Erbeyî bertek nîşan da ku wezaret di bin navê “teserûfê” de ji şîrketên ceyranê dixwaze ku ceyranan bibire û wiha got: “Ev tê wateya hişkbûna berhemên cotkaran.” 
 
Di agahdariyeke ku Wezareta Çavkaniyên Enerjiyê ji şîrketên ceyranê re şandî de jê tê xwestin ku di bin navê “teserûfê” de ceyranan car bi car bibirin. Li ser vê yekê jî Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex û Êlihê ji cotkaran re got ku dê di çarçoveya fermana wezaretê de dê car bi car ceyranê bibirin. DEDAŞ’ê li deverên çoltar û qadên çandiniyê ji bo enerjiyê bi trafoyan dabeş kiriye û li van herêman tenê dê 4 saetan ceyranê bide. 
 
Dê ceyran dê serê sibê saet di 06.00’an de dest pê bike û qedeme bi qedeme pêk bê. Li Deşta Mezopotamyayê ev saet dema avdaniyê û çandiniyê ye lewma jî ev biryar rastî nerazîbûnan hat. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbey da zanîn ku bi rayedaran re hevdîtin kirine û wan jî gotiye “ferman ji jor hatiye.” Erbey, diyar kir ku ceyran zêde tê xerckirin lewma serî li rêbazeke wiha hatiye dayîn û wiha got: “Her sal heman hincetan nîşan didin. Bi vê sepanê dê bi sedhezaran hektar erd bêav bimîne. Dê cotkar nekarin avdaniyê bikin.” 
 
‘DÊ BERHEM HIŞK BIBIN’
 
Herî dawî jî Erbeyî ev tişt anî ziman: “Cotkar tevî ewqas zehmetiyan jî hilberînê dikin lê ji ber van sepanan dê nekarin avdanê bikin. Nayê qebûlkirin ku ji bo berjewendiyên kargehekê ceyran bên birîn. Tam di vê demê de hewceye garis û pembû bê gubrekirin û avdan. Birîna ceyranê ya di vê serdemê de tê wateya hişkirina berhemên cotkaran. Em vê qebûl nakin. Di germahiya vê deştê de ne dê avdan bikare were kirin û ne jî dê klîmayên li malê bixebitin. Her wiha mirovên nexweş hene ku cîhazan bi kar tînin. Ev ne tenê pirsgirêka cotkaran lê ya hemû welêt e. Divê di zûtirin demê de dev ji vê sepana xwe berdin.”