Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye

img

AMED - Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."

Bi polîtîkayên şer ê desthilatê krîza aborî her roj kûrtir dibe. Bi kûrbûna krîzê û zêdebûna enflasyonê re êdî welatî nikarin tiştekî bikirin. Desthilata ku nikare krîzê çareser bike serî li Diyanetê dide ku fitweyan bide. Desteya Bilind a Karên Dîn a Diyanetê ji bo pirsa "sînorê bazirganiyê heye?" gotibû, "ê fiyetan tayin dike, desttengiyê û bereketê dide Xwedê ye." Bertekên li dijî vê ferasetê didomin. 
 
Amediyan têkildarî vê mijarê gotin, sedema krîzê rêvebirî ye û guherîn şert e. 
 
‘GEL NIKARE BÊHNÊ BISTÎNE'
 
Welatiyê bi navê Mûstafa Esen îşaret bi kûrbûna krîzê kir û got: “Rewş qet ne baş e. Her kes zehemtiyê dikişîne ji bo debarê. Mirov dikare tiştên vexwarinê ne jî yên xwarinê bikire. Li welêt bêbereketî, tengasî heye. Divê ev bê çareserkirin. Sedem jî polîtîkayên şaş ên hikûmetê ne. Gelek sedemên wê hene, mirov nikare wan bihejmêre. Pêdivî bi xwîneke nû heye. Divê koalîsyonek bê avakirin. Wekî din mirov nikare bêhnê bistîne. Berê mirovan debara 3-4 malan dikir, lê niha dest jı meşê kêm berde 10 hezar lîre jî têr nake." 
 
Esen bertek nîşanî fetwaya Diyanetê ya li ser aboriyê da û got: "Ger tu bi destên xwe bikî, ma wê Xwedê ji karibe ji bo te çi bike?"
 
KAR TUNE, HER TIŞT BIHA BÛYE
 
Melek Ozdemîr a ku li Baxçeyên Hevselê bi berhevkirina giyayên organîk debara xwe dike diyar kir ku hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û ew û 6 zarokên xwe ne. Ozdemîr got: “Ji saet 09:00’an û vir ve ez digerim lê kar tune. Ji sibê ve ez li çend cihan geriyam, lê min 10 qevd giha berhev nefirotine. Her tişt ew qas buha bûye, mirov nikare tiştekî bikire. Meaş 5 hezar lîre ye lê rûn 200 lîre derbas kiriye. Tûpek bûye 300 lîre, arvan bûye 600 lîre. Madê mirov bi van fiyetan çawa debara xwe bikin? Divê em bi xwe çareseriyê bibînin."
 
‘EM NE DIKARIN BIJÎN NE JÎ BIMIRIN'
 
Recep Bunurê ku bi meaşê teqawidbûyînê debara xwe dike got: “Ên teqawid dibin doza çi dikin? Dixwazin hinekî rihet bibin. Lê na. Berê em li zarokan difikirin, niha em li zarokên zarokan difikirin. Jefsarê welêt ji dest derketiye, pirsgirêk pir in. Kirêya xaniyan zêde bûye. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin, em di ortê de diçin û tên. Ev salek e em gihane hestî. Em dixwazin meaş bên sererastkirin, em dixwazin hebikekî wekî mirovan bijîn. Tiştek din tune ye." Bunur li ser fetwaya aboriyê ya Diyanetê jî got: “Bila wan meseleyan bi van mijaran re tevlihev nekin, Xweda bi her tiştî dizane, lewma bila van meseleyan neynin bi Xwedê ve girê nedin. Her tiştek usûlek xwe heye."
 
'SEDEM Ê LI SER E'
 
Mûzaffer Kûrt ku diyar kir tenê bi 580 lîreyî debara xwe dike got: “Mirov bêpere ne. Bila werin li mala min binêrin. Mala me bi kirê ye û ji 10 zarokên min sisê jê seqet in. Ez ê bi 580 lîreyî çawa kirê bidim, çawa avê bidim? Heqê elektrîkê 2 hezar lîre ye. Em ê çawa heqê wê bidin? Sedem dewlet e. Bila serokkomar li ser van tiştan bifikire, bi van tiştan re eleqedar bibe. Her kes li cihê xwe rûniştiye, meaşê xwe distîne, tê gotin, 'kî çawa debara xwe dike bila bike.' Lê ev rewş wisa nabe. Feqîr ne di xema wan de ne." 
 
Welatî Huseyîn Çaliş jî diyar kir ku 82 salî ye, lê cara ewil e tiştekî wiha dibîne û got: “Hûn çi bibêjin biha ye. Kes ne baş e. Em hemû dizanin ku bela kê ye. Sedem ê li ser serê me ye. Ez dixwazim biguhere, ger ji destê min bihata min ê niha biguherandana." 
 
‘PÊDIVIYA ME BI RÊYA SÊYEM HEYE'
 
Ji welatiyan Alî Altay bertek nîşanî krîzê da û wiha got: “Jiyan felc bû, her tişt biha bûye. Em û zarokên xwe nikarin biçin cihekî rûnên û bixwin. Ew tenê vebijarka A û vebijarka B pêşkêşî me dikin. Vebijêrka C tune. Pêdiviya me bi vebijarka C'yê heye. Ya A, ya jî B, lê C tune. Belkî ez naxwazim bidim A'yê. Çareserî di C'yê de ye, ldi rêya 3'yan de. Yanî heta ev tişt berdewam bikin dê rewşa me xerab e.” 
 
Welatiya bi navê Zeynep Bozaroglû jî got: “Rewşa me xerab e. Tiştê ku em dixwazin em nikarin bikirin. Sedem van tıştan dewlet e. Her kes dizane dewlet e, ez û tu em nikarin bikin. Bila ev krîz, ev biha bûn bi dawî bibe. Mirov ketiye rêyên xerab. Jinik dibêje wê mama diziye. Zaroka wê ji birçîna miriye ma ev heq e?"
 
Talip Dal jî destnîşan kir ku meaşê kêm yê vê dawiyê hat zêdekirin jî li ber krîzê nemaye, heliyaye û got: “Şert û merc her tim diguherin. Pir dijwar e. 15 sal in ez dixebitim, lê karta min a krediyê di biniya sifirê de ye. Kîloya tirî ne dibiniya 20 lîreyî de ye. Berê dema ez bi 100 lîreyî diçûm bazarê; min sebze, fêkî û hemû tiştên xwe dikirîn. Niha ez nikarim du kîlo fêkî bi 100 lîreyî bikirim. Enflasyon zêde dibe, meaş zêde dibe. Piştî mehekê an du mehan, ew zêdekirina meaş wekî kefa sabûnê dihele diçe."
 
‘GUHERÎN DIVÊ'
 
Welatî Alîşan Bûgdayci jî got: “Ez 54 salî me, Tirkiye welatekî 100 salî ye. Rêveberiya 20 salan, nikare welêt bi rê ve bibe. Çareserî di guherînê de ye, guhertin pêwîst e. Ma wê mirov çawa her roj şorbeyê vexwin. Mirov dê bêzar dibe. Guherîn, guherîn, guherîn."
 
MA / Eylem Akdag – Mujdat Can