Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir

img
ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, lîreyek û nîv zem li heqê otobûsên nava bajêr kir. 
 
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de zem li veguhestina komelî ya nava bajar kir. Li gorî zema ji îro û pê de ketiye meriyetê; bilêta tam a nava bajar ji 2,5 TL’an derket 4 TL’an, heqê xwendekaran jî ji 2 TL’an derket 2.75 TL’an.