Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene

img

ENQERE - Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir. 

Li gorî daneyên meha tîrmehê ya Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) enflasyona salane bû 79,6 û ya mehane jî bû 2,37. Li gorî daneyên TUÎK’ê, di komên sereke de li gorî meha tîrmehê ya par bi rêjeya 25,79’an re efnlasyon herî kêm di qada ragihandinê de û bi rêjeya 119,11’an re jî herî zêde di qada veguhestinê de çêbûye. 
 
ENAG: JI SEDÎ 176 E 
 
Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî daneyên enflasyonê yên meha tîrmehê parve kir û enflasyona salane weke ji sedî 176,04 destnîşan kir. Li gorî daneyên ENAG’ê; Endeksa Bihayê Bihayê  Mezêxeran (E-TUFE) di meha tîrmehê de ji sedî 5,03 zêde bû. Li gorî daneyên ENAG’ê enflasyon ji sedî 80,35 zêde bû.