Karkerên ÎZBB'ê xwestin sozên ji bo hatine dayîn bicih bên

img

ÎZMÎR - Karkerên li pêşiya Şaredariya Îzmîrê bi daxwaza vegerin ser karên xwe careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Karkeran anî ziman ku soza vegerîna kar dane wan lê nehatiye bicih. 

 
Çalakiya karkerên di xizmetên tendûristiyê ên malan ên di teşeronê bin banê Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê (ÎZBB) dixebitîn û ji kar hatine dûrxistin li pêşiya şaredariyê berdewam dikin. Çalakvana duh xwestin li pêşiya şaredariyê çalakiya xwe bidomînin lê polîs qedexeya walîtiyê hincet nîşan dan û destûr nedan kerkeran. Li ser vê yekê karker bi Cîgirê Sekreterê Giştî Bariş Îzmîrê Karci re hevdîtin kirin û Karci ji wan re gotiye ku derveyî 5 karkeran ew dê tevahî karkeran dîsa bigirin kar. Karkeran vê yekê qebûl nekirin û careke din li pêşiya şaredariyê hatin cem hev. Karker carek din bi astengkirina polîsan re rûbirû man û di kolana şaredarî têde çalakiya xwe didomînin. Karkerên ku dixwazin hemû karker vegerin ser karên xwe anîn ziman ku ew dê tekoşîna xwe bidomînin. 
 
'EM BI BERXWEDANÊ HATIN VIR'
 
Ji karkeran Sevgî Esen derbarê tekoşîna karkeran de axivî û wiha got: "Me di 22'yê tîrmehê de hevdîtinek bi Tunç Soyer re kir û ew ji me ro got ku dê kesek mexdûr nebe. Di hevdîtinê de me anî ziman ku em dixwazin bi awayekî ewle û kodrodayîn vegerin li se karên xwe. Em bi rojan e ku bi çepik, dirûşm û govendan li vir in. Heya roja 8'an tiştek çênebû lê piştî roja 8'an polêsên çevîk me asteng kirin. Em bi berxwedana xwe hatin vir. Roja 8'an agahiyek erenî ji me re hat û bi serokatiya Tûnç Soyer civînek hat lidarxistin. Çavkaniyen mirovan ên şaredariyê ji parêzerên me re gotin ku ew dê bangî me bikin. Heya ku ew bang li me neyê kirin em dê berxwedana xwe berdewam bikin. Em bi berxwedana xwe heya vir hatin û heya ku em negihijin encamê em dê li vir bin."
 
'EM BI HEV RE LI BER XWE DIDIN'
 
Ji karkeran Melîsa Esen destnîşan kir ku ew bi hev re li ber xwe didin û li cem hev sekinîne. Esen anî ziman ku divê keda ku wan daye bi hêsanî neyê jibîrkirin û got: "Me li ber xwe da û ji bo ku mafên xwe bistînin em hatin vir. Duh ji me re gotin ku dê ji bo we hin tişt bên kirin. Em dê li bernda encamekê şênber bibin. Me li ber xwe da, pev re gav avêt û me dest jê berneda. Hevî dikin ku em ê encamekî erênî û şenber bi dest bixin."
 
'EM Ê TEKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN'
 
Ji karkeran Savaş Yanlî jî anî ziman ku ew li her çar aliyên Îzmîrê li malan xizmeta tenduristiyê kirine û wiha got: "Ev 5 sal e em xizmeta tekekesî didin mirovên bêxwedî û pîr. Ji neynûkên piyên wan heya şûştina wan me pêkdianî. Lê berê dest lêgerîn û agahiyê, me bi peyamekî li ser whatsapp'ê ji kar derxistin. Me 5 sal li ber xwe da. Divê wisa nebana, mafên me nehatana xwarin. Heya ku em mafên xwe distînin em ê li ber xwe bidin. Di roja 8'an de gotin ku dê ji bo vegerîna kar li we bigerin. Lê eger ku em encamekî erênî nestînin, heya ku em mafên xwe bi dest bixin dê li van deran tekoşîna xwe berdewam bikin."