Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe

img
ÊLIH - Qeyûmê ku milyarek TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, rêyek jî di nav de gelek erse dan e ber firotinê. Hevşaredar Mehmet Demîr anî ziman ku ew ê destûrê nedin talanê.
 
Qeyûmê ku milyarek TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Êlihê, rêyek jî di nav de gelek erse dane ber firotinê. Di nav van milkên ku qeyûm ew dane ber firotinê de kreşxane, qada lîstikê ya zarokan, pirtûkxane, navenda etutê, navenda agirkujiyê, mala mêvanan a jinan, mala sohbetê ya pîr û kalan hwd. ên di dema Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de wekî tesîsên civakî hatibûn plankirin jî hene.
 
HEMAN ERSE CARDIN DA BER FIROTINÊ
 
Di nav van milkên ku qeyûm ew dane ber firotinê de yek jê jî erseya hezar û 603 metrekare ya li Taxa Bahçelîevlerê ye. Qeyûmê berê Cîgirê Walî Ertûg Şevket Aksoy heman erseyê dewrî Weqfa Bîrlîkê ku Tayyip Erdogan damzerînerê wê ye, kiribû. Paşê HDP'ê serî li dadgehê dabû û erseyê cardin bi dest xisti bû. 
 
MILYAREK DEYN
 
Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr diyar kir ku qeyûm milyarek deyn xistiye stuyê şaredariyê û got, ji ber vê yekê hemû mal û milkên şaredariyê tên firotin.
 
JI BO RANTÊ
 
Demîr, firotina qadên xizmetên civakî wekî xiyaneta li bajêr bi nav kir û got: “Ev der pêşkêşî hin kesan tên kirin. Erka sereke ya şaredariyê ew e ku xizmeta gel bike, ne ku çavkaniyên şaredariyê veguherîne rantê û pê hin kesan zengîn bike. Lê belê hem şaredariyê di nava deynan de hiştine hem jî bi ser de mal û milkên şaredariyê difiroşin. Ev şermeke mezin e. Berê Batmanpark AVM'yê ku qîmeta wê bi 635 mîlyonî bû, xwestin bi 150 mîlyonî bifiroşin. Ji bo deynan bigirin mal û milkên şaredariyê difiroşin. Me karî pêşî li ber firotina AVM'ê bigire. Lê niha jî dixwazin erseyên ku qîmeta wan bi milyonan TL ye bifiroşin."
 
Demîr diyar kir ku qeyûm dixwaze erseyeke 500 metrekareyî ku niha ev der rê ye, erseyeke hezar û 603 metrekare ya li li hemberî Baxçeyê Milletê ye, erseyeke 675 metrekare, erseyeke 704 metrekare ya li nêzî navenda gundê Korukê, erseyeke 705 metrekare, erseyeke 3 hezar û 81 metrekare û erseyeke 3 hezar û 112 metrekare yên berê ji bo qadên civakî hatibûn diyarkirin bifiroşe. 
 
‘EM Ê NEHÊLIN'
 
Demîr destnîşan kir ku ew ê li dijî rantê û talanê têbikoşin û wiha got: “Em destûrê nadin vê. Ev dever qadên civakî ne ku mirov lê nefesê digirin. Ger firotinek çêbibe, em ê serî li dadgeha îdarî bidin. Dema ku şaredarî têkeve destê me, em ê bi biryara meclîsê van erseyan ji kesên ku bûne şirîkê vî sûcî bistînin. Divê tu kes nebe şirîkê vî sûcî. Meriv ev qasî dijminatiya bajarekî nake."
 
MA / Fethî Balaman