Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn

img
DÎLOK - Karkerên ku biçin li navçeya Nîzîpê fistiqan kom bikin qeza kirin, 2 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 jê giran 7 karker birîndar bûn. 
 
Li gundê Zergil ê navçeya Nîzîp a Dîlokê, traktora ku karkerên fistiqan tê de bûn di saetên serê sibê de wergeriya şerampolê. Di qezayê de Arîf Kuçuk (30) û kesekî nasnameya wî hêj nehatiye diyarkirin jiyana xwe ji dest dan. Ahmet Kuçuk (76), Alî Kuçuk (42) û 5 kesên hêj nasnameya wan nehatine diyarkirin birîndar bûn. Hate hînbûn ku ji 7 birîndaran 2’yan rewşa wan giran e. 
 
Tîmên tenduristiyê ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndar ji bo derman bikin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nîzîpê.
 
Li aliyê din duh bi şev li ser reya bêjahiyê ya Riha û Bêrecûkê de di encama du TIR’an li hev dan de di qezayê de 3 kes birîndar bûn.