Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin

img
ÎDIR - Şaredariya Îdirê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, ev 2 sal in bi hinceta karên binesaziyê rêyên ku li 7 taxan kolane çênekiriye. Welatî ji ber toz û heriyê bi bertek in.
 
Şaredariya Îdirê ji destê Hevşaredarên Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) hat girtin û qeyûm tayînî wê hate kirin. Şaredariya ku bi bin rêveberiya qeyûm de ye 2 sal berê li Taxên Emek, Karaagaç, Konakli, Cûmhûriyet, Sogutlu, Alîkamerlî û Pîrsûltan xebatên çêkirinê dabûn destpêkirin û kola bûn lê heya niha çêkirina wan rêyan neqediyaye. Taxên ji bo binesaziyê hatine kolandin havînê ji ber tozê; zivistanê jî ji ber heriyê jiyanê li welatiyan nexweş dike. Welatî û dikandarênTaxa Cûmhûriyetê bertek nîşanî qeyûm dan û anîn ziman ku rêyên hatine kolandin ji welatiyan re “polîtîkayên cezakirinê” ne. 
 
‘BI ZANEBÛN WISA DIKIN’
 
Hakan Çaglar, anî ziman ku ji tayînkirina qeyûm heya niha rê tên kolandin lê nayên çêkirin û ev tişt gotin: “Bi qestan dikin nizanim lê 3 caran cihekê dikolin û asfaltê çênakin. Tu ji kê bipirsî we bibêjin bi zanebûn li herêmên ku kurd lê dijîn van tiştan dikin. Em wek dikandar mexdûr dibin û neçar dimînin ku rojê 10 caran dikanên xwe paqij bikin. Rêyan jî av nadin, her roj gelek caran em pêşiya kargehên xwe av didin."
 
NAVÊ XIZMETÊ: RÊYÊN KOLANDÎ
 
Erhan Yaşar jî diyar kir ku bi hatina qeyûm ve ew di nava tozê de mane û wiha axivî: “Qeyûm rêyên ku xera kiriye jî wek xizmet pêşkeş dike. Qaşo navê wê xizmet e lê em di nav toz û axê de hiştin. Em karsaz in, kargehên me di nav toz û axê de dimînin, em nikarin kar bikin, erebeyên me xera dibin. Di nava vê salê de ez neçar mam ku 3 caran erebeya xwe bibim senayiyê.”
 
‘VÎNA GEL XESP KIRIN’
 
Yaşar, destnîşan kir ku ew ji ber rêyên 2 sal in tên çêkirin gelek caran serî li şaredariyê dane lê tu encam negirtine û got: “Di encama serlêdanên me de dîsa ji me re toz, ax û çop ma.” Yaşar, bal kişand ser çênekirina rêyan, hiştina gel a di nava tozê de û ev sepan weke “polîtîkayên cezakirinê” pênase kir û domand: “Dixwazin mirovên li vê herêmê ceza bikin. Feraseta wan a şaredartiyê nîn e, şaredarî ne karê wan e. Qeyûm şandin Îdirê û pirsgirêk dest pê kirin. Wan vîna gel tune hesiband lê bawer bikin ku ev gel dê ji wan hesabê li ser sindoqê dîsa bipirse. Bangeke me nîn e, ji ber ku me beriya niha gelek bang li wan kirin; bersiv nedan. Wan bersiva me neda lê em ê li ser sindoqê bersiva wan bidin.”
 
‘QEYÛM BAJAR KIR ÇALÊN GORÊ’
 
Ahmet Aktaş jî da zanîn ku bi qeyûm re pirsgirêkên binesaziyê yên Îdirê kûr bûn, neqediyan û wiha bertek nîşan da: “30 sal in li Îdirê de me lê tiştên ku van çend salên dawiyê vî bajêrî dîtiye bi gotinê naqedin. Dema tu diçî bajêr çalên li ser rêyê mîna çalên gorê ne, tu nikarî ji van çalan derbas bibî, erebe tev di sanayîyê de ne. Beriya qeyûm eleqedarbûn û paqijî hebû. Çawa ku qeyûm şandin êdî gêzik li bajar neket. Dê halê vî bajarî çawa be, xwelî li wan be.”
 
‘LAMBEYÊN KOLANAN BIRIN’
 
Dikandar Tekîn Ozsûdûr jî anî ziman ku ji dema qeyûm hatiye şandin heya îro her çar aliyê bajêr hatiye kolandin û wiha axivî: “Rojê 10 caran em tiştên li dikana xwe paqij dikin. Em ji tozê nikarin deriyê dikana xwe vekin û bikir jî ji ber deriyên girtî nakevin hundir. Temamiya rêyan herimandin. Dema ku baran dibare em di nava heriyê de dimînin. Ji bo van pirsgirêkan em gelek caran çûn şaredariyê lê pirsgirêkan çareser nakin. Şaredariya me ji me stendin, dema em diçin şaredariyê me wek mirov nahesibînin. Di kolanên me de lambeyên şevê ronî dikirin û tenekeyên çopê hebûn, girtin birin cihên cudatir. Qeyûm niha tiştekî nake.”
 
Têkildarî çênekirina rêyên li taxan em li rayedarên Gerînendeyên Karên Av û Kanalîzasyonê yên Şarêdariya Îdirê geriyan lê bersiv nedan telefonên me, lê hate diyarkirin ku şaredariyê ji bo çênekirina rêyan, îdia kiriye ku derfetên wan nînin ku rêyan çêbikin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar