Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin

img

MÊRSÎN - 500 karkerên li Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê çalakiya dest ji kar berdanê li dar dixistin, ji kar hatin avêtin.  

 
Nêzî 500 karkerên li Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê dixebitîn ji kar hatin derxistin. Karkerên ku di firmaya Înşaetê ya Aydiner de dixebitîn, ji bo zemeke têrker nehate kirin di 23’yê tebaxê de çalakiya dest ji kar berdanê li dar xistin. Karkeran, da zanîn ku şîrketên din ên di santralê de dixebitin ji xebatkarên xwe re ji sedî 35 zem kirine lê ji wan re ji sedî 15 zam hatiye kirin û bertek nîşanî vê yekê dan. Lê şîrketê şûna ku zemê bike, karker ji kar derxistin. Karkerên ku qertên wan ên ketinê hatine betalkirin û nagirin şantiyeyê hêj li wir disekinin. Hate ragihandin ku leşkeran karker dorpêçkirine.