HABER-SEN wê li dijî bêhiqûqiyan ber bi Enqereyê ve bimeşe

img
ENQERE - Serokê Giştî yê HABER-SEN’ê Mesût Balcan, bal kişand ku têkiliya bêhiqîqiyên li PTT’ê bi desthilata siyasî re heye û bi lêv kir ku li dijî vê wê 7-9’ê îlonê ji Stenbol û Êlihê ber bi Enqereyê ve meşekê li dar bixin. 
 
Saziya Rêxistina Poste Telgrafê (PTT) ev demeke dirêj e bi tayînkirinên bêliyaqet, zêdebûna kar û mobîngê di rojevê de ye. Karkerên ku bêhiqûqiyê bi lêv dikin û mafên xwe diparêzin sirgûnî cihên bi kîlometreyan ji qadên xebata wan dûr tên kirin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Posteyê û Çapemenî Weşan Ragihandinê (HABER-SEN) Mesût Balcan derbarê cihekariya sendikal a di navbera xebatkarên PTT’ê de tê kirin û sirgunan de nirxandin kirin. 
 
HILWEŞÎNA SAZIYÎ YA DI PTT’Ê DE
 
Balcan, bi lêv kir ku  ji sala 2018’an ve li gel negirtina personelan pirsgirêk zêdebûne û wiha got: “Ji ber ku piştî sala 2014’an ezmûna bilindbûna di peywîrê de nehate vekirin, ew kesên nêzîkî sendîkayên alîgir, weke sermidur, cîgirê sermidur tayîn dikin. Di PTT’ê de hilweşîneke saziyî heye. Karekî ku kesek bike giran dibe û karên angarya zêde dibin. Ji karkeran têkildarî belavkirina teblîgat, kargo û şandiyan de bertek tên. Hejmarên weke 80, 100, 120 ku li karkeran tên ferzkirin hene. PTT li ser şîrketên taşeron kedkaran digire û bi hejmarên weke 120 180 belavkirina şandiyan li wan ferz dike. Ji ber ku garantiya van kesan a kar nîne, ji bo ku karê wan ji dest wan neçe, dengê xwe nakin.”
 
Balcan, da zanîn ku ji bo ku kadroyan bidin Peymankarên Xizmetên Îdarî (ÎHS) wan ji Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî re nivîs nivîsandine lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin û tevî qedexeye jî ÎHS’yî bi awayekî bêsîgorte û dawiya hefteyê didin xebitandin. 
 
‘PTT SÛC DIKE’ 
 
Balcan, bi lêv kir ku li gorî qanûnê têkildarî ku belavkirina teblîgatan tenê peywîrdarên cemaweriyê bikin gelek caran doz vekirine, qezenckirine û wiha berdewam kir: “Divê PTT bi destê fîrmayên taşeron teblîgatan belav neke lê hêj jî dide belavkirin. Me ji Wezareta Dadê heta baroyan ji her derê re nivîs nivîsandin lê belê PTT hêj sûc dike.”
 
KESÊN LI MAFÊN XWE DIGERIN TÊN SIRGUNKIRIN 
 
Balcan, diyar kir ku karkerên li mafê xwe diğerin tên hedef girtin û wiha lê zêde kir: “Endamên me yên desteya kontrolkirina şaxê û navendê û nûnerên me yên mafên xwe diparêzin û li dijî pêkanînên bêhiqûqî derdikevin, ji aliyê Miduriyeta Giştî ya PTT’ê ve diparêzin sirgûnî cihên bi kîlometreyan ji qadên xebata wan dûr tên kirin û xebatên wan ên sendîkayî tên astengkirin. Li gorî kanûna kar û peymanên Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) ev tiştên tên kirin sûc in. Gelek hevalên me sirgûnî bajarên dûr hatin kirin. Em dizanin van bizanebûn dikin.”
 
BI QENALÊN SIYASÎ NASNAVAN DIGIRIN
 
Balcan, da zanîn ku kesên weke sermidur, cîgirên sermiduran bi rêyên siyasî hewl didin nasnavan bi dest bixin û wiha domand: “Ev kes bi wekaletê xebatan dimeşînin. Di destê me de hemû belgeyên dîjîtal bê ka kî bêliyeqat hatiye, çi gendelî kirine, çawa PTT’e xistine zirarê, çawa cîgirên midurên giştî dema hevdu ji kar derdixistin 36 qet meaş girtine û mesrefên wan ên şexsî hene. Roj wê were ku her kes li pêşberî hiqûqê hesab bide.”
 
JI DU BASKAN VE WÊ BIMEŞIN 
 
Balcan, destnîşan kir ku pergal têkildariya xwe bi rizîna ku desthilata AKP’ê û MHP’ê li welêt kiriye heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em li dijî sirgûnan, li pêş Sermiduriyetên Wezareta Kar û PTT’yan daxuyaniyên çapemeniyê bidin û çalakiyên rûniştinê li dar bixin. Em ji her du aliyên Tirkiyeyê meşekê bidin destpêkirin. Di 7-9’ê îlonê de baskekê ji Êlihê yên din jî ji Stenbolê bidin dest pê kiri û ber bi Enqereyê ve bimeşin. Heta ku hemû hempîşeyên me karên bi ewle bên kirin, heta ku modela îstihdamê ya parçebûyî ji holê bê rakirin, heta ku ÎHS'yiyên tên wergirtin û heta ewlekariya kar a xebatkarên taşeron bê ewlekirin, em ê têkoşînê bidomînin.”