BES'ê ji ber nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da

img
AMED - Şaxa BES'ê ya Amedê derbarê nûkirina peymana promosyonê daxuyanî da.
 
Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) bi daxwaza nûkirina peymana promosyonê ya bankayê li Amed û Wanê daxuyanî dan. Li Amedê karkerên bisendîka, li pêşiya avahiyê Midûriyeta Saziya Kar a Tirkiyeyê  (ÎŞKÛR) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Promosyonên ku ji ber enflasyona zêde pûç dibin, bila bên nûkirin” hat vekirin. Gelek rêveber û endamên sendîkayên girêdayî KESK’ê tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuayaniyê de serokê Sendîkaya Karkerên Buroyê Yûsûf Karatay axivî û bilêv kir ku ji serê salê heya niha lîrayê tirk û enflasyona bilind kedkarên cemaweriyê di xusara aborî de ne û divê ji ber vê xusara peymana promosyonê were nûkirin. Karatay, anî ziman ku muçe ne li gor enflasyonê tên amadekirin û bi milyonan kes ji ber vê yekê mexdûr dibin. Karatay derbarê mijarê wiha pê de çû: “Banka mecbûr in ku li gor gûherînên ku pêk tên peymanê nû bikin. Ji ber ku peyman di navbera 3 û 5 salan carekê tên çêkirin, hin tiştên ne di plansaziyê de tune ne derdikevin holê. Bankayên ku bi polîtîkayên ji sermayeyê re heval, bi karkeran re dijmin ji xwe re esas girtine, rêjeya karê wan derketiye ji sedî 800’an. Li aliyekê bi milyonan kedkar di xusarê de ne û li aliyê din de jî karkirinên mezin ên di bîlançoyên bankayan tên daxuyandin. Li gor vê rewşê divê peymanên promosyonan bên nûkirin. Berpirsyariya vê mexdûriyeta ku tê jiyîn sazî, banqe û sendîka ne.”
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawîbû. 
 
WAN
 
Şaxa BES'ê ya Wanê jî têkildarî mijarê li ber avahiya Lijneya Ewlehiya Civakî (SGK) ya li ser Cadeya Mereşê daxuyanî dan çapemeniyê. Ji bilî endamên BES'ê endamên EGÎTÎM-SEN'ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de dirûşmeyên "Ne li banqeyan xwedî li kedkaran derkeve" û "Serkeftin wê ya kedkarên li ber xwe didin bibe" hatin berzkirin. Serokê Şaxa BES'a Wanê Mehmet Alî Dundar daxuyanî xwend. Dundar, xwest ku daxwaza wan a zêdekirina promosyonên banqeyê demildest bên pêşwazîkirin.