Piştî îstifakirina şaredarê AKP'î mifetîşan li şaredariyê kon veda

img
MÊRDÎN - Piştî îstifaya Abdulkadîr Tutaşi yê AKP'yî, Mifetîşên Dîwana Muhasebatê ku 5 sal in nehatine Şaredariya Artûklûyê, dest bi lêkolîna îhale û ruxsetên bi guman kirin.
 
Piştî ku Şaredarê Artukluyê yê AKP'yî Abdulkadîr Tutaşi di 26'ê Tîrmehê de îstifa kir, di hilbijartina 30'ê Tîrmehê ya Meclîsa Şaredariya Artûklûyê de, li şûna wî Mehmet Tatlidede bû şaredar. Piştî ku Tatlidede dest bi peywirê kir, mifetîşên Dîwana Muhasebatê ku 5 sal in nehatine Şaredariya Artûklûyê, li şaredariyê kon vedan ji bo venihêrînê. Mifetîş ji bo îhale, planên îmarê, ruxsetên îmarê û gelek tiştên di dema şaredariya Tûtaşi de hatine kirin vekolin hatin şaredariyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; bi taybetî îhaleyên mezin û ruxsetên înşeatê yên di dema Tûtaşi de hatine dayîn hatine vekolandin. Her wiha hat hînbûn ku di belgeyan de kêmasî hene.
 
Mufetîş di vekolînên xwe de, bi taybetî li ser îhaleya 21 milyonî ya ku Şaredariya Artûklûyê dabû fîrmaya xizmên Şaredarê MIdyadê yê AKP'î Veysî Şahîn vekolane Her wiha nelirêtiyên di Rapora Kontrola Malî ya 2021'ê de ku ji aliyê Meclîsa Şaredariya Artukluyê ve hatibû amadekirin û qebûlkirin û îhaleyên biçûk ên bi pereyên mezin dane hin fîrmayan hatine vekolandin. 
 
Hate hînbûn ku dema qeyûmên tayinî şûna şaredarên DBP'î hatine kirin jî hatine vekolandin û 30 milyon pereyê ku di dema rêvebiriya qeyûm de winda bûbû jî hatiye vekolandin. 
 
Her wiha ji xeynî vê hat hînbûn ku hin kesên nû tayinî midûriyetên şaredariyê hatine kirin. Hat îdiakirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş ev kes tayinî midûriyetên şaredariyê kirine. Hat diyarkirin ku Hîdayet O. yê li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî tayinî Midûriyeta Îmarê û Metin D. jî tayinî Midûriyeta Karên Fenê hatiye kirin. 
 
MA /Ahmet Kanbal