Bernameya 1’ê Îlonê ya bajar bi bajar

img
ENQERE - Rêxistinên ked, aştî û demokrasiyê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi daxwaza azadî û aştiyê wê li gelek bajaran li qadan bin. 
 
Rêxistinên ked, aştî û demokrasiyê ku partiyên mûxalîf jî piştgiriyê didin wan xwe ji bo çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê amade dikin. Di çalakiyên îsal de wê li dijî şeran careke din daxwazên azadî û aştiyê bên bilindkirin. Daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd jî wê di nava rojevên sereke de be. Di çarçoveya çalakiyan de wê li Wan û Şirnexê mitîng bên lidarxistin. Her wiha wê li gelek bajaran daxuyaniyên girseyî û çalakiyên cuda bên lidarxistin. 
 
WAN 
 
Li Wanê Platforma Ked û Demokrasiyê wê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter mitîngê li dar bixe. Di mitînga ku saet di 16.00’an de dest pê bike de wê Koma Sorjiyan û Azad Bedran derkevin ser dikê. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û parlamenterên herêmê wê tev li mitîngê bibin. 
 
ŞIRNEX 
 
Di pêşengtiya Rêxistina HDP’a Şirnexê de wê li navçeya Silopiyayê bi dirûşmeya “Şer mirin e, aştî jiyan e” mitîngek bê lidarxistin. Mitînga li qada Newrozê bê kirin, dê saet di 17.00’an de dest pê bike. Hunermend Kadîr Çat û Awazên Botan wê di mitîngê de derkevin ser dikê. Tevî parlamenterên bajêr wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî beşdarî mîtîngê bibe.  
 
EDENE
 
Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê di 1’ê Îlonê de saet di 17.30’an de li Parka Ataturkê bi daxwaza "Şer dide windakrin, aştî dide qezenckirin” dê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. 
 
STENBOL 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê wê li navçeya Kadikoyê di 1’ê Îlonê de daxuyaniyê bidin. Daxuyanî wê bi daxwaza “Em li dijî şer û mêtîngeriyê, aştî û wekheviyê dixwazin” saet 10.00’an de were kirin. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê wê di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê de di 1’ê Îlonê de hin çalakî werin li dar xistin. Wê navnîşana çalakiyan bibi Anitpark a navçeya Çankayayê. 
 
AMED 
 
Li Amedê wê di 1’ê ÎlonÊ de li Qada Deriyê Çiyê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. 
 
RIHA 
 
Li Rihayê dê di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê de li Qada Topçû ya li navçeya navendî ya Halîliyeyê saet di 17.30’an de daxuyaniyeke girseyî bê lidarxistin. 
 
ÎZMÎR 
 
Di pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê de wê li Îzmîrê daxuyaniyek girseyî bê dayîn. Daxuyanî wê li Qada Komarê ya Konakê saet di 19:00’an de bê dayîn. Hunermend Cevdet Bagca jî wê di çalakiyê de derkeve ser dikê.
 
MÊRDÎN
 
Li navçeya Qosera Mêrdînê jî wê ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Daxuyanî wê saet di 17.30’an de li pêş Mala Mamosteyan bê kirin.
 
DÊRSIM
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê wê bi dirûşmeya “Li dijî şer, mêtîngerî, mirin û xizaniyê ji bo aştî û demokrasiyê” li Kolana Hunerê saet 17.30’an de daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. 
 
ÊLIH
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê wê li Parka Ataturkê daxuyaniyeke girseyî bide û çalakiya kursuya serbest li dar bixe. Çalakî wê saet di 17.00’an de bê kirin. 
 
MÊRSÎN 
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê saet di 17.30’an de li Parka Ozgur Çocûkê bi girseyî daxuyaniyê bide. 
 
BÛRSA 
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê wê 1’ê Îlonê saet di 19.00’an de li Qada Fomarayê daxuyaniyekê bidin. 
 
LI GELEK BAJARAN DÊ ÇALAKÎ BÊN LIDARXISTIN
 
Di serîde li Meletî, Semsûr û Dîlok wê li gelek bajaran daxuyanî û çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.