Li Dîlokê ji bo 1’ê Îlonê bang hate kirin

img
DÎLOK - Rêxistinên sivîl ên civakî yên Dîlokê ji bo çalakiya 1’ê Îlonê banga tev li bûnê kir. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Navenda Mafên Mirovan a Baroya Dîlokê têkildarî çalakiya ku ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Kirkayak li dar bixin, li Şaxa ÎHD’a Dîlokê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Endamê Nûnertiya OHD’ê yê Dîlokê Mehmet Alaattîn Aslan diyar kir ku li dijî zimanê tundiyê peywîreke girîng dikeve li ser milê hêzên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî û rêxistinên hiqûqê. Aslan, bi lêv kir ku divê ji bo li dijî şer aştiyê biparêzin girse di 1’ê Îlonê de bên gelhev û got: “Tundî û şer di serî de dibe sedemê belavbûna binpêkirinên mafên jiyanî. Rastiya ku hêzên ked û demokrasiyê ji bo ji nû ve avakirina demokrasî û aştiyê li welatê me li her qadê ne, wê hêviyê bide gelê me.” Aslan, her kes vexwend çalakiya 1’ê Îlonê ku dê saet di 17.30’an de li Parka Kirkayak were li darxistin. 
 
Piştî daxuyaniyê têkildarî çalakiyê civîn hate lidarxistin.