Li Balayê karkeriya demsalî: Şer, koçberî, xizanî û piştevaniya jinan

img
ENQERE - Karkerên çandiniyê yên demsalî yên li Bûrsa, Konya û herî dawî jî li Balayê li nav zeviyên pîvazan dixebitin, bi pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, tenduristî û perwerdehiyê re rû bi rû ne. Zarokên karkeran ku di nava şert û mercên xirab de rojê zêdetirî 12 saetan bi 100-250 TL'yî dixebitin, haya wan ji dibistanê nîn e.
 
Karkerên çandiniyê yên ku ji bo berhevkirina pîvazan ji gelek bajarên cuda, bi taybet ji bajarên kurdan tên Balayê, çendî zêde bixebitin jî heqdesta wan pir hindik e. Heqdesta rojane ya bêsîgorta di navbera 100-250 TL'yî de ye. Karkerên ku serê sibê saet di şeşan de dest bi kar dikin, heta pêncê êvarî dixebitin. Her sal bi hezaran malbat ji bo berhevkirina mişmişan, narenciyeyê, findiqan, pîvazan û hwd. berê xwe didin bajarên dûr. Her wiha karkerên demsalî ji xeynî pirsgirêkên di warê hêwirandin, xwarin, tenduristî û perwerdehiyê de, bi êrişine nijadperest re jî rû bi rû dimînin. 
 
Me serdana karkerên çandiniyê kirin ku ji bo komkirina kartolan ji Riha, Hatay û Edeneyê çûne Bursayê û ji wir jî ji bo komkirina pîvazan hatine Balayê. Em li ser şert û mercên jiyan û xebatê bi karkeran re axivîn.
 
PIRSGIRÊKA AVÊ
 
Emîne Yildiz (65) bi hevjînê xwe û du zarokên xwe re li nava zeviyan dixebite. Yildizê diyar kir ku ew ji navçeya Eyyubiyeyê ne û got ku li vir herî zêde pirsgirêka wan a avê heye. Yildizê wiha got: “Ava paqij nîn e, ava em vedixwin jî şor e. Em pîvazan berhev dikin û kom dikin. Divê em pere qezenc bikin. Em di konan de dijîn û li vir nexweşxane jî nîn e. Dema zarokên me nexweş dikevin em nizanin em ê çawa wan bibin nexweşxaneyê. Ji ber ku maleke zarokên min tune ye û em nikarin debara xwe bikin em hatin vir." 
 
Yildiz ku pirsên me bi kurtî bersivandin, bal kişand ser tahdeya mêran.
 
‘PEREYÊ BI DEST ME DIKEVE BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊ'
 
Zehra Bulut (34) jî hem bi zarokên xwe re eleqedar dibe hem jî behsa karkeriya demsalî dike: “Dibistan dê di 12’ê îlonê de vebin. Em ê 2 mehan li vir bin. Zarokên min wê nikaribin biçin dibistanê. Em rojane dixebitin. Pereyên ku em distînin, em bi zor pê debara xwe dikin. Zehmet e ku mirov bi vî rengî li zarokên xwe binere. Paqijî tune ye, nexweşî pir e. Ez nikarim hewcedariyên xwe yên şexsî jî bi cih bînim. Berî em bên ez petên hijyeniyê bi pakêtan distînim. Gava biqedin cihekî ku em biçin bikirin tune ye. Dema ku karê me biqede em ê vegerin Rihayê, lê pereyê ku em bi dest dixin dê bi kêrî tiştekî neyê.”
 
ZAROKÊN KEÇ
 
Zarok rêberiya konan dikin. Keçên 15-16 salî yên ku xeyala zanîngehê dikin, dibêjin ku bavên wan ew naşînin dibistanê. Ji zarokên ku dibêjin telefon ji bo wan hatiye qedexekirin yek jê got: "Ger bavê min pê bihese ez û dêya xwe li ber kamerayan diaxivin, dê me bikuje."
 
‘EM MECBÛR IN'
 
Dayika 9 zarokan Kudret Atik (61) jî ji Rihayê ye, lê li navçeya Dortyol a Hatayê dijî. Atîk got: “Dema karê li nav zeviyan diqede, vê carê jî karê li kon dest pê dike. Ez xwarinê çêdikim. Ger av hebe, karên serşokê jî  heye. Ger av tune be jixwe em wisa dimînin. Gelek zarokên min betal in. Ji ber ku rewşa min a aborî nebaş bû, mecbûr mam wan neşînim dibistanê. Heqdesta me ya rojane 100 TL ye. Pîvaz bi destan tên kişandin. Em wan bi meqesê jêdikin û paşê dixin kîsan. Em ji bo heqê nên gelek tiştan tamûl dikin. Her tişt pir buha ye, em nexebitin dê çi bibe, em ê çi bikin? Ma bi vî pereyî em ê heqê ceryanê bidin an heqê avê? Em nizanin em ê çi bikin. Sedema sereke ya her tiştî aborî ye, bila alîkariya me bikin."
 
ŞER, KOÇBERÎ, BETALÎ Û PIŞTEVANIYA JINÊ
 
Heva Ehmed (58) ku di sala 2014'an de ji ber êrişa DAIŞ'ê ya li ser Kobanê koçî taxeke kurdan a Edeneyê kiriye, behsa zehmetiyên penaberî, karkerî û jinbûnê kir. Ehmed serpêhatiya xwe bi van gotinan anî zimên: “Em ji ber destê DAIŞ’ê reviyan. DAIŞ'ê bi hezaran kes kuştin. Hemû milkên me talan kirin. Hevjînê min jî bi çandiniyê re mijûl e. Her tişt pir buha ye. Heger pereyên bi dest me dikevin têra me bikira, em nedihatin vê çolê. Nexweşiyên min hene, lingê min şikestiye. Lê li vir jin tu carî min bi tenê nahêlin. Li vir, em her tiştî bi hev re dikin. 2 meh berê em li Bursayê bûn, em 2 roj berê hatin vir. Dema em li Bûrsayê diman konên me di bin avê de man û em nikaribûn bixebitin." 
 
Emîne Xillo (35) û Midya Xillo (31) ên ji Kobanê jî anîn ziman ku ew bi piştevaniyê ji heq zor û zehmetiyan derdikevin. 
 
NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ
 
Ciwanên ku piştî demekê tevlî sohbetê bûn jî gotin, ji ber zext û zoriyan neçûne dibistanê, lê tiştên li cîhanê diqewimin jî ji nêz ve dişopînin. Ahmet Sert ê 21 salî anî ziman ku ji 8 xwişk û birayan tenê wî zanîngeh qezenc kiriye û wiha dewam kir: “Ez li Hatay Dortyolê dijîm. Min dibistana amadeyî qedand û ez mezûnê tenduristiyê me. Min beşa pêşveçûna zarokan qezenc kir, lê ji ber sedemên aborî ez neşandim. Malbata min her tim bi ser min de dihat. Min pir dixwest ez biçim zanîngehê. Em li vir ji neçarî dixebitin. Her kes dixwaze pereyê xwe qezenc bike. Xelk malên xwe dixwaze, lê dema ku mal be bi rêk û pêk be, qasid û çawişên li wir pereyê me nadin me. Em bi heqdesta rojane dixebitin û hemû endamên malbata min dixebitin. Li vir şêwazeke jiyana me tune ye. Zarokên li vir hemû dixebitin û yek ji wan jî nikare biçe dibistanê, di gelek tiştan de li paş dimînin. Divê çareyek ji bo vê yekê bê dîtin."
 
Diyar Kasim (17) ê ji Kobanê jî diyar kir ku wî heta pola şeşan xwendiye got: “Ji ber zehmetiyên aborî û ji bo alîkariya malbata xwe bikim min dest ji dibistanê berda. Îsal em ji Bursayê hatin Konyayê û paşê hatin Balayê. Nifûsa me 10 kes e. Ez heta 7 saliya xwe li Kobanê mam. 10 sal in em li Tirkiyeyê ne û karê çandiniyê dikin. Em bi zor debara xwe dikin. Tevî ku hemû malbat dixebite jî em nikarin debara xwe bikin. Em ji bo domandina jiyana xwe û debara xwe dixebitin. Hemû zarokên li vir bi 50 lîreyî dixebitin. Ev zarok hemû di çaxê hînbûnê de ne. Diviyabû niha li dibistanê bûna, lê ka li halê wan binêrin. Ji bêgavî tên xebitandin. Ji lew re li warê me derfetên kar tune ne, ma em nexebitin wê çawa be?"