Her ku krîz kûr dibe rêjeya destjêberdana ji dibistanê jî zêde dibe

img
WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Sen'a Wanê Mûrat Atabay da zanîn ku hejmara xwendekarên ku ji ber krîza aborî dest ji dibistanê berdane zêde bûye û got ku li hemberî vê rewşê tu tevdîr nehatine girtin.
 
Di 12'ê Îlonê de dibistan dest bi heyama 2022-2023'yan a perwerdehiyê kirin. Lê bihabûna amûrên qirtasiyeyê û heqê serwîsan, barê malbatan pir giran kiriye. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay bi lêv kir ku her ku krîz kûr dibe hejmara xwendekarên dest ji dibistanê berdidin jî zêde dibe.
 
Atabay da zanîn ku di warê perwerdehiyê de pirsgirêkine cidî hene û diyar kir ku sedema bingehîn a vê rewşê kûrbûna krîza aborî ye. Atabay got, "Dibistan hatin vekirin, lê gelek dê û bav nikarin ji bin barê lêçûnên perwerdehiyê yên xwendekaran rabin. Lêçûnên perwerdehiyê gihîştine asta ku gel nikare debara xwe bike. Yek ji pirsgirêkên herî girîng ên di vê sala perwerdehiyê ya nû de pirsgirêka xwarinê ya xwendekaran e. Xwendekarên bi serwîsê diçin û tên û li pansyonan dimînin baş nayên xwedîkirin."
 
'POLÎTÎKAYA DÎNPERESTIYÊ YA DI PERWERDEHIYÊ DE'
 
Atabay bal kişand ser budçeyên ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ve ji bo dibistanan tên veqetandin û got ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî bi rêya mamoste û malbatan hewl dide kêmasiyên li dibistanan çareser bike. Atabay da zanîn ku pirsgirêka din a perwerdehiyê polîtîkayên "di perwerdehiyê de dînperestî" ye û wiha got: "Bi berhêlîkirina xwendekaran a ber bi komele û weqfan, daxilbûna nava perwerdehiyê ya komeleyên wekî TUGVA'yê pêşî li ber polîtîkbûna perwerdehiyê tê vekirin. Li Wanê walîtî, di ser midûriyeta perwerdehiym re ji bo van komele û weqfan pir dixebite." 
 
HEJMARA XWENDEKARÊN DEST JI DIBISTANÊ BERDANE ZÊDE BÛYE
 
Atabay da zanîn ku bi kûrbûna krîza aborî re rêjeya destjêberdana ji dibistanê zêde bûye û wiha got: "Ev yek di asta perwerdehiya navîn de, di asteke bilind de ye. Ji ber şert û mercên aborî yan jî ji ber pergala edalet û demokrasiyê ya Tirkiyeyê, rêjeya destjêberdana ji dibistanê pir zêde bûye. Atabay da zanîn ku têkildarî mijarê agahî ji saziyên fermî yên eleqedar xwestine, lê tu veger çênebûye. Atabay wiha got: "Ji bo vê tu tevdîreke saziyên fermî yên erkdar tune ye. Ev ne xema wan e. Ji bo wan en xem e ku zarok dest ji dibistanê berdin û biçin bixebitin."
 
'DIVÊ DAWÎ LI PERWERDEHIYA VEGUHÊZÎ BÊ'
 
Atabay anî ziman ku girtina dibistanên gund û avakirina pergala veguhêziyê bûye cihê hin pirsgirêkan û wiha got: "Em sendîka dixwazin dibistanên gundan cardin bên vekirin û dawî li perwerdeya veguhêzî bê. Xwendekarên li gund dixwînin tim perwerdehiyeke veguhêzî dibînin. Ev xem xetere ye hem jî xwedî hin dezavantajan e." 
 
Atabay destnîşan kir ku ew doza modeleke perwerdehiyê ya bi zimanê zikamkî, bêheq, zanistî û demokratîk dikin. 
 
MA / Cengîz Ozbasar