DÎSK û SES’ê li Amedê çalakî li dar xist

img
AMED - DÎSK û SES’ê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbî ji ber xwarina nexweşan û karkerên tenduristiyê çalakî li dar xistin. 
 
Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê bi mebesta protestokirina pirsgirêkên xwarina nexweşan û yên kedkarên tenduristiyê çalakî li dar xistin. Çalakî li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyûbû hat kirin. Di çalakiyê de dew û sîmît hatin belavkirin. 
 
Rêveberê Şaxa SES a Amedê Yakûp Ozbey di çalakiyê de axivî û diyar kir ku kedkarên tenduristiyê gelek dixebitin û gelek diwestin. Ozbey, bi domdarî got ku ji ber vê yekê kedkar birçî dibin û nexweş têr xwarinê naxin. Ozbey, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê, me xwest bi vê çalakiya xwe wan hişyar bikin. Xizmên nexweşan gelek caran nikarin şorbeyekê jî bikirin. Em dixwazin ev pirsgirêk çareser bibe. Heke çareser nebe, em ê di rojên pêş de çalakiyên xwe mezintir bikin.”