Li bajarê pîşesaziyê Dîlokê tu kes ji şertên jiyanê ne razî ye

img
DÎLOK - Welatiyên ku li bajarê pîşesaziyê Dîlokê nikarin debara xwe bikin, diyar kirin ku heqdesta digirin têra kirê, xwarin û mesrefên tenduristiyê nake û xwestin dawî li vê rewşê bê.
 
Zêdebûna bihayê kirê û xaniyan û bihabûna rojane ya fiyetên lazmatiyên sereke her diçe loqê kesên kêmdahat biçûçiktir dike. Krîza aborî ku her diçe kûrtir dibe bandor li bajarên pîşesaziyê jî kiriye. Li Dîlokê me mikrofon da ber devê kê, behsa debarê kir. 
 
JI BO DEBARÊ DEST JI DIBISTANÊ BERDA
 
Karkerê tekstîlê Îbrahîm Çetîn (18) diyar kir ji bo debara malbata xwe bike dest bi xebatê kiriye û ji ber vê neçar maye dest ji dibistanê berde. Çetîn anî ziman ku ew dixebitin lê ne ndkarin tiştekî bidin ser hev ne jî bikirin. Çetîn bilêv kir ku ew ji zarokatiya xwe ve dixebite û got ku ji ber bihabûnê heqê keda wî jî bi dest wî nakeve. Çetîn pêlava ku çendek berê stendiye nîşan da û wiha got: “Pêlavên ku me par bi 100 TL’yî dikirin, îsal em bi 650 TL’yî dikirin. Îja ez ê çawa debara xwe bikim? Em rojê 13 saetan li cihekî bêhewa dixebitin. Piştî kar diçim malê û tenê rûdinêm. Ji bo ez derkevim derve pere lazim e."
 
'PÊŞÎ BILA DEWLET XWE SERERAST BIKE'
 
Karsazê tekstîlê Muhammed Çetîn (24) jî destnîşan kir ku sedema van zehmetiyên aborî desthilat e. Çetîn diyar kir ku mûçeya herî kêm hatiye zêdekirin, lê pê re fiyetê her berhemê jî hatiye bihakirin û got ku tu piştgiriya wan hilberîneran nayê kirin. Çetîn wiha axivî: “Dikana min a tekstîlê heye. Lê ez nikarim hefteneya kesî zêde bikim. Dibêjin heqê min bidin, lê ez heqê sîgorteyê didim, li gor par îsal heqê wê 3-4 qat zêde bûye. Dibêjin bila kardêr zemê bikin, lê ewilî divê dewlet xwe sererast bike. Ji ber ku hêza kirînê ya Tirkiyeyê kêm bûye, em nikarin li bazara navxweyî tevbigerin. Em pantorê kot çêdikin, lê îro li her dikanê fiyetê pantorê kot ji 300 TL'yî dest pê dike. Kesên bi mûçeya kêm dixebitin dê çawa bikirin?" 
 
‘EM BÊZAR BÛNE'
 
Alev Topaloglû (48) diyar kir ku ew bêsîgorte di karê tekstîlê de dixebite û wiha got: “Em 11 saetan li ser pêyan dixebitin. Pereyê otobusê, xwarina serê sibê û nîvro, wiha em nikarin pereyan berhev bikin. Xaniyê me kirê ye, ez û keça xwe, hevjînê wê û neviyê xwe li malekê dimînin. Keça min hemşîre ye, lê nehatiye tayinkirin. Qalibek penêr ji 15-20 TL'yan bû 40-50 TL. Ger em her hefte danûstendinê bikin, ma em ê çawa di ber van lêçûnan re bigihên? Em ji vî awayê jiyanê ne razî ne, em bêzar bûne."
 
Aşpêj Elmas Tosûn (48) ku hewl dide bi heqdesteke kêm debara xwe bike wiha got: “Em ê çawa bi vî mûçeyî bijîn? Zarokekî min ê di temenê zewacê de heye, lê ji ber fikara 'dê çawa debara xwe bike' nikarim wî bizewicînim. Ez derketim derve, lê ez destvala têm malê. Me her tişt kêm kiriye. Ez û kurê xwe tenê ne, lê fatûreya ceyran û ava ku em bi kar naynin êdî ji edet derketiye." Tosun anî ziman ku ew ji ber nexweşiya xwe tê dermankirin û got ku 2 raporên wê yên "nikare bixebite" hene, lê ji ber ku nikarin debara xwe bikin ji bêgavî dixebite. 
 
BIFIKAR IN 
 
Enes Çûbûkçû (25) ku zanîngeh kuta kiriye û bi meaşê kêm di mexzeyekê de dixebite, diyar kir ku ji ber nikare debara xwe bike zêde dixebite. Çûbûkçû wiha got: “Ez nû zewicîme. Deynên zewacê jî li lêçûnên me zêde bûn. Em mehane hezar û 400 TL heqê kirê didin. Fatûre û deyn, lêçûnên mitbaxê jî hene. Mesrafa wan pir zêde ye. Ger ez zêde nexebitim em ê nikaribin debara xwe bikin.” 
 
Çûbûkçû bibîr xist ku ji sedemên krîza baorî yek jê jî atmosfera siyasî ye û got ku ew ji ber vê rewşê bi fikar in.
 
NIRXÊN MIROVÎ
 
Welatiyê bi navê Husamettîn Eren (56) jî anî ziman ku lêçûn û dahata welatiyan li hev dernayê û got ku pirsgirêk bi nêzîkatiyên hestyarî û populîst nayên çareserkirin û pirsgirêk ne tenê krîza aborî ye. Eren di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Qet nebe diviyabû şert û merc bihatana başkirin da ku mirov karibe şîr vexwe û penêr bixwe. Mesela, xwendekarek zanîngehê piştî kutakirina zanîngehê divê karibe karekî peyda bike. Siyaset divê bi fikrên ku hemû civakê dihewîne bê kirin. Divê em vê yekê ji dibistana seretayî ve bidin hînkirin, ji lew re ev pêvajoyek e. Em dikarin cihê bifikirin û bawer bikin, ev girîng e. Lê bi kêmanî divê em karibin bîreke civakî biafirînin ku em bi dilxweşî karibin bijîn. Ev jî bi hişmendiyê pêkan e. Divê mirov li gorî nirxên exlaqî û nirxên hiqûqî yên gerdûnî bên mezinkirin."
 
Ciwanê bi navê Ûmût Ozdemîr (17) ê ji Rihayê hatiye Dîlokê û rojane bi 200 TL'yî dixebite, anî ziman ku bi vê heqdestê bi zor debara xwe dikin û wiha got: “Diviyabû mûçeya herî kêm 10 hezar TL bûya. Dibêjin rojê 8 saet kar dikin, lê em di 8'ê sibê de diçin heta 10'ê şevê dixebitin."
 
MA / Ceylan Şahînlî