Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê, endeksa baweriyê ya mezêxer di meha îlonê de bû 72,4.
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên endeksa baweriyê ya mezêxeran a meha îlonê parve kir. Li gorî daneyan; endeksa baweriyê ya mezêxeran ku ji bandora demsalê hatiye pakkirin û li gorî encamên anketên meyla mezêxeran ku ji hêla TUÎK û Banqeya Navendî (MB) ve hatiye meşandin, li gorî mehên din di meha îlonê de ji sedî 0,3 zêdetir bû. 
 
BAWERÎ KÊM E
 
Endeksa baweriyê ya mezêxeran di navbera 0-200’an de tê hesabkirin û dema ji 100’ê kêm be, ev tê wê wateyê ku di baweriya mezêxer de rewş nebaş e. Endeksa baweriyê ya mezêxeran di meha tebaxê de ji sedî 72,2 û di meha îlonê de jî derket ji sedî 72,4’an.