Konukman: Dê çekan li ser pişta xizanan bikirin

img

ENQERE -  Aborîzan Azîz Konukman, têkildarî polîtîkayên hikûmetê yên aborî, bac û kirîna çekan agahiyên girîng dan. Konukman, diyar kir ku ger şer bidome lêçûna şer jî dê zêde bibe û dê hemû lêçûna şer ji ser pişta xizan, karker û kedkaran derxin. Konukman, bêdengiya KESK û DÎSK'ê jî rexne kir û anî ziman ku diviya bû erd hejandibûna. 

Hikûmetê polîtika û armancên xwe yên Bernameya Wadeya Navê (OVP) yên nû aşkere kir. Daneyên aboriya Tirkiye nîşanên krîzê dide. Têkildarî aboriya Tirkiye aborizan Prof. Dr. Aziz Konukman, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Konukman, anî ziman ku anî ziman ku dema ji salên 2006'an heta niha li bernameyê Vedeyan binerin yek jî hev nagire û wiha got: "Li gel ku ev bername encam nastîne jî bi israr vê bernameyê berdewam dikin. Ger ku bernameyên lêçûna aboriyê hev negirin divê we demê hesap û kîtapên xwe dîsa di ber çavan re derbas bikin û li gorî wê planê ji nûve çêkin. Ger ku meclîs bernameya hikûmetê ya lêçûnê red bike dikarin zorê li hikûmetê bikin da ku îstîfa bike. Hikûmet bi vê bernameyê ji karsaz û xwediyê pereyên germ re dibêje binere plana min heye. Lê ne wisa ye. Sala par  bernameya OVP'ê ji bo 2017'an rêjeya mezinbûna Tirkiye ji sedî 4,4 hat texminkirin. Lê niha mizgîn didin û dibejin mezinbûna 2017'an ji sedî 5,5 e. Rêjeya bernameya OVP'ê ji bo salên 2018 û 2019'an wekî ji sedî 5  tê xuyakirin. " 
 
RASTIYÊN ABORIYÊ VEDIŞERIN
 
Konukman, da zanîn ku ger mezin bûn hebe divê bazirganî zêde bûbe u wiha got: "Hikûmet dibêje Tirkiye di bazirganiye de mezin dibe, lê em encamê vê yekê nabînin. Divê bi firotina berhemên hindik bêtir berhem bikire. Lê em vê yekê di bazirganiya firotin û kirinê de nabînin. Di sala 2016'an de Tirkiye 32 milyar dolar di îxracatê de zerar kir. Di sala 2017'an de ev zerar bû 39,2 milyar dolar. Qelema herî mezin a zerarê girêdayî bazirganiya derve ye. Ger ku tu pir mal bifiroşe û li hemberî vê yekê hindik mal bikire xuya ye ku Tirkiye di bazirganiyê de biçûk dibe. Ev nîşan dide ku sala 2017'an pir bi pirsgirêk e. Ji bo xwe ji vê zerarê xelas bike jî zema meaşê karmend û karkeran hindik zêde dike." 
 
NAKOKİ HENE
 
Konukman, anî ziman ku heman hikûmetê ji bo Endeksa Buhayê Berxwir (TUFE) ya sala 2017'an got tê armanckirin ji sedî 6,5 be, lê heman hikûmet niha dibêje ji sedî 9,5 armanc e û wiha got: "Hikûmet dibêje 'Em soz didin em dê hejmara enflasyonê di sala 2019'an de daxin ji sedî 5'an. Lê hedefa niha ji sedî 6 e. Ev nakokiyên wan nîşan dide. Çima hêjmara enflasyonê biçûk dinivîsin. Ji bo ku di peymanên TÎS'ê de meaşê karker û karmendan hindik zem bikin. Heta ku yên rastiyê bibînin dem derbas dibe. Sala par texmîn kirin ku dolar di 2017'an de derkeve 3,18 TL, le di 2017'an de derket 3,58'an. Texmînên berê yên OVP'ê ji sedî 3,29 TL bûn, lê texmînên nû yên OVP'ê ji sedî 3,73 TL ye. Me hemûyan bi hevre dît ku dolar derket heta 4 TL yan. Sala par ji bo 2019'an gotin dê dolar derkeve 3,38 TL  yan. Lê niha bêjin dê dolar dereve 3,92 TL. Ji bo sala 2020'an jî dibêjin dê derkeve 4,02 TL. Em dê rabîa bibînin. Lê em di rastiyê de dibînin ku texmîn û rastî qet ne wek hev in."
 
BERIYA REFERANDÛMÊ BI KEPÇEYÊ BELAV KIRIN
 
Konukman, anî ziman ku ji bo bajarên kevir li ser kevin nehiştin gotin "Em dê navendên cazîbeyê ava bikin. Beriya hilbijartina Referandumê bi kepçeyan prîm li karsaz û karmendan belav kirin. Fotên betaliyê belav kirin. Lê em di encamê de dibînin ku deynên zêde derketin holê.  Em dibînin ku lêçûna parastinê de di bin venêrtinê de ye. Lijneya jimareyê nikare venêrtinê bike. Em nizanin çiqas pere li şer û parastinê hatiye xerçkirin. Lê em dibinin ku lêçûna şer li ser bacan bar dike. Yanî ji hemû lêçûna xwarin, vexwarin, cil û bergên me parek jê diçe fona parastinê. Di pakêta baca dawî de em vê yekê pir aşkere dibînin. Niha em dibinin bac wekî baranê dibare. Zem wisa zêde dibe. Parek bacan jî dê di sala 2018'an de zêde bikin. 
 
Em dipirsin ger ku rêjeya mezinbûnê 5,5 be, wê demê hûn çima pêdiviyê bi aşkerekirina zem û baceyan dibînin. Ji ber ku we jî ji armanca mezinbûnê bawer nakin. Bila li Tirkiye 2 kes hebin. Bila yek li Çankaya be û yek jî Rezên Çînçînê be. Bila serê kesekî hatina giştî 10 dolar be. Yê li Çankaya bijî 20 hezar dolar distîne yê li Çinçinê jî rûdinê 0 dolar distîne.  Yanî xuya dike ku dê hemû lêçûn û fonên şer û parasitnê ji pişta xizan, karker û karmendan derxin." 
 
DENG JI KESK Û DÎSKÊ DERNEKET YÊ DIVIYA BÛ ERD BIHEJANDINA
 
Konukman, civîna ÎLO jî rexne kir û wiha got: "Civîna ÎLO bedeng pêk hat. Sendîkayên herî mezin ên cîhanê DÎSK û KESK beşdar nebûn. Deng ji kesî derneket. Lê diviya bû erd bihejandina. Di çîna muhalefet de liv û tevgerek pir cîddî pêwist e. Li dijî pakêta bacê ya Haitî muxalefet tev daketin kolanan. Serokê muxalefetê got "Roj ne roja gotinê ye. Roj roja derketina kolanan û bertek nîşandanê ye. Divê bertekên der barê aboriyê de bi qasî bertek û daxwazên "Edaletê" mezin bin. Em bang li her kesî dikin ku mînaka Haitî lêkolîn bikin. 
 
MA / Denîz Nazlım - Selman Guzelyuz