TGS: Qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerên ku dixwestin li dijî qanûna sansûrê li pêşiya meclisê kom bibin, hatin astengkirin. TGS’ê li gelek bajaran daxuyanî da û diyar kir ku qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e û xwest ku bê betalkirin. 
 
Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) têkildarî “qanûna sansûrê” ku dê di roja sêşemê de bikeve rojeva meclisê, li gelek bajaran daxuyanî da. Di vê çarçoveyê de TGS’ê xwest li pêşiya Deriyê Çankayayê yê TBMM’ê daxuyanî bide lê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Li ser vê yekê, rojnamegeran daxwaznameya xwe ya li dijî biryara qanûna sansûrê radestî hemû partiyên ku koma wan li meclisê hene, kirin. 
 
Endamê Komîsyona Edaletê ya TBMM’ê û Parlamenterê CHP’ê yê Aydin Suleyman Bulbul di daxuyaniyê de diyar kir ku ew li dijî qanûna sansûrê ne û destnîşan kir ku welatekê çapemeniya wan ne azad, nikare azad bibe. Seroka Şaxa TGS’a Enqereyê Sîbel Hurtaş jî diyar kir ku qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e. 
 
‘DEST NEDIN MEDYAYA MIN A CIVAKÎ’
 
Nûnertiya TGS’ê ya Amedê jî daxuyanî li pêşiya Şaxa PTT’ê ya Ofîsê da. Di daxuyaniyê de Nûnerê TGS’a Amedê Mahmût Oral û Endamê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Hakki Boltan amade bûn. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dest nede medyaya min a civakî” û “Li gorî kê, li gorî çi nûçeya derew?” hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral ve hat xwendin. Oral, da zanîn ku teklîfa qanûna sansûrê li dijî Qanûna Bingehîn e û hewldaneke ji bo tunekirina çapemeniyê ye. 
 
Oral, piştî daxuyaniyê jî metna hatiye amadekirin bi rêya faksê ji partiyên siyasî yên koma wan li meclisê heyîn re şand. 
 
Şaxa TGS’ê ya Edeneyê jî bi heman mebestê li pêşiya Postaxaneya Cemalpaşayê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla Serokê TGS’ê ya Edeneyê Salim Buyukkaya ve hat xwendin. Buyukkaya xwest ku ev teklîfa qanûnê were betalkirin.