Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan

img
DÎLOK - Platforma Ked û Demokrasiyê bertek nîşanî bûyera kana madenê ya 41 karker jiyana xwe ji dest dane da û got: “Yê ku ji bo gerandina çerxa mêtingeriyê ser û binê erdê kiriye goristan, desthilat bi xwe ye.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dîlokê faciaya navçeya Amasrayê ya Bartinê ku 41 karker jiyana xwe ji dest dan, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Gelek endam û rêveberên partiyên siyasî yên bajêr û pêkhateyên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Duh Soma Ermenek îro Bartin, qeza nîn e qetlîam e” hate vekirin. Di daxuyaniyê de Serokê Sendîkaya Karkerên Tekstîl, Nexşandin û Çerm (BÎRTEK-SEN) Mehmet Turkmen axivî. Turkmen destnîşan kir ku daxuyaniyên têne dayîn ji bo pakkirina saziyên fermî ne û got: “Yê ku ji bo çerxa mêtingeriyê bizîvire ser û binê erdê kiriye goristan desthilat bi xwe ye.” 
 
8 SAL DERBAS BÛ
 
Turkmen bal kişand ser daxuyaniya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a "qederê" û bi bîr xist ku li ser qetlîama Somayê ya 8 sal ser derbas bûne lê kesek ji vê dozê girtî nîne. Turkmen wiha pê de çû: "Ev çarenûseke çawa ye ku li Almanyaya ji Tirkiyeyê 2 qet zêdetir komirê derdixe de di nava 20 salan de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan lê di desthilatdariya AKP’ê de li Tirkiyeyê hezar 990 karker  jiyana xwe ji dest dan. Her çiqas AKP û MHP van komkujiyan veşêrin jî heqîqet wê derkeve holê û em ê jî vê yekê bînin ziman.”