Wezîr Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ hate şermezarkirin

img
ENQERE - Parlamenterên HDP’ê di hevdîtinên budçeyê de Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ şermezar kirin. 
 
Hevdîtinên Budçeya Sala 2023’yan ên Meclisê di Komîsyona Plan û Budçeyê de bi hevdîtinên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî berdewam dike. Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik û parlamenter tev li hevdîtinên komîsyonê bûn.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ridvan Tûran, Tulay Hatîmogûllari Orûç, Omer Farûk Gergerlîoglû û Mûsa Pîroglû beşdar bû. 
 
Parlamenterên HDP’ê, Wezîr Yanik, bi dowîzên ‘Jin jiyan azadî’ şermezar kirin û bi dowîzan bal kişand ser qetlîamên jinan.